Li Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê Artêşa Niştimanî ava dibe

Li Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê Artêşa Niştimanî ava dibe

Opozisyona Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê hêzeke mezin bi navê “Artêşa Niştimanî” ava dike. Armanca sereke ya vê artêşê jî ew e, ku rê li ber pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê bigire. ew hêz bi alîkariyên darayî û lojîstîkî yên Tirkiyê tê damezrandin.

A+A-

Ji demekê ve opozisyona sûrî, bi alîkariya Tirkiyê, kar li ser damezrandina artêşekê bi navê “Artêşa Niştimanî” dike.

 

Yek ji armancên sereke yên vê artêşê, ew e ku rêgiriyê li ber pêşketina hêzên hikûmeta sûrî bike, ji bo ku nikaribe navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê vegerîne bin kontrola xwe.

 

Fermandarên pilebilind ên vê artêşê nîşanê bi wê yekê didin ku eger opozisyon ji nakokiyên navxweyî rizgar bibe, wê di vî warî de, gaveke baş bavêje.

 

Mebesta opozisyonê ji vê gavê ew e ku ew bi alîkariya Tirkiyê, pêgeh û binkeyên li bin kontrola xwe, ji êrîşên artêşa sûrî biparêze. Hebûna hêzên tirkî li wan navçeyan jî, bi wan re alîkar e, ku hikûmeta sûrî, bi awayekî zû nikare êrîşan encam bide, ne jî wê bi hêsanî operasyonên xwe arasteyî wan navçeyan bike.

 

 Artêşa Niştimanî ya opozisyonê ji 35 hezar çekdarî pêk tê, ku ji piraniya hêzên mezin hatine hilbijartin.

 

Hikûmeta sûrî ji aliyê xwe ve, hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka xwe, bi dagîrkirin binav dike û xwe ji bo operasyoneke leşkerî li dijî hêzên opzisyonê li Idlibê amade dike, ku eger heye, ev Artêşa Niştimanî, alîkariya hêzan opozisyonê di wî şerî de bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin