Li Sûrîyê 5 çekdarên Îranê hatin kuştin

Li Sûrîyê 5 çekdarên Îranê hatin kuştin

Li Ebûkemal a Sûrîyê ku dikeve rojhilatê wî welatî û ser sînorê Iraqê, hêzên ser bi Îranê ve bûne armanca balafirên nenaskirî û li gor zanyarîyan, 5 çekdarên girêdayî Îranê hatine kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûrîyê li bîyabana bajarê Ebûkemalê ya ser bi parêzgeha Dêre Zor a Sûrîyê, komeke çekdarên rastî bombaraneke dijwar a balafiran hat.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûrîyê (SOHR) ragihandîye ku, di wê êrîşê de hejmarek ji otomobîlên grûpên ser bi Îranê ve hatin bombebarankirin û hejmareke çekdarên wan grûpan hatine kuştin.

SOHRê ragihandîye, di êrîşa şeva borî de li Elbûkemalê 5 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin. Li gorî zanyarîyan, zêdetirî carekê komên ser bi Îranê ve ketine ber bombebarana balafiran.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin