Li Sûrê di 4 salan de tenê 84 xanî hatine çê kirin

Li Sûrê di 4 salan de tenê 84 xanî hatine çê kirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê 4 sal in hikûmeta Tirkîyê biryar daye ku xanîyên xelkê ava bike, lê heta niha tenê 84 xanî hatine lêkirin.

A+A-

 

Maşallah Dekak

 

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî 3 salan berfeke dijwar dibare. Li vê navçeya dîrokî hêvîyên koçberên Sûrê jî weke berfa zivistanê sar e.

Lewre ev 4 sal in ku biryara lêkirina hezar û 500 xanî û bi sedan dikanan hatîye dayîn lê heta niha tenê 84 xanî hatine lêkirin. Biryar bû xanîyên Sûrê heta dawîya sala 2019'an hatibana lêkirin lê hikûmetê soza ku dabû xelkê nekarî bi cih bîne. 

Adil Aydin, Endamê Meclisa Şaredarîya Sûrê li ser lîsteya AK Partîyê dibêje, “Ji ber çi dereng ketîye? Ji ber ku xwedîyên xanîyên berê dewletê dane dadgehê, lêkirina xanîyan sekinandine. Ji ber vê yekê ev pir dereng ket. Alîyekî wê yê din jî budce tune ye. Ya rastî pere tune ye. Lê vaye wezareta bajarvanîyê budceyek peyda kirîye, di demeke nêz de dê çêkin.”

Di dema şerê nava bajaran de li 6 taxên Sûrê nêzî 6 hezar xanî hatibûne rûxandin. Koçero Topdemîr jî muxtarê yek ji wan taxan e ku niha ji ber tunebûna taxa xwe li qehwexaneyan karê muxtarîyê dike. Li taxa wî heta niha kavil jî nehatine rakirin.

Koçero Topdemîr, Muxtarê Taxa Cemal Yilmazê, dibêje, “Di sala 2015'an de qedexeya derketina derve dest pê kir. Hê jî li van taxan ev qedexe berdewam dike. Niha tu kes li taxê tune ye. Roja ewil de taxa me çawa bû, hê jî taxa me wisa ye. Heta niha yek bizmarek jî lênexistine.”

Apê Şewket û Evdilmecîd jî hevalên hev ên Sûrê ne. Her yek ji wan 50 salên xwe li Sûrê derbas kirine. Xanîyên herduyan jî di şerê xendekan de hatîye rûxandin. Ew bi salan in li benda wergirtina mafên xwe ne lê li holê ne xanî û ne jî mafê ku dixwazin heye.

Hemwelatîyê bi navê Şewket Bozyil ê temen mezin ku xanîyê wî li Sûrê hatîye rûxandin dibêje, “Xanîyê me wisa ma. Çi warê me hebû ew xanî bû. Emrê min 70 sal in, ez ê ji niha pê de ka çi bikim?”

Hemwelatîyê bi navê Evdilmecîd Kiliç jî daxwaza xanîyê xwe dike û dibêje, “Ez dixwazim xanîyê min bidin min. Nîvî nîvî wan pereyê min xwarîye.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku nifûsa wê berê ji 20 hezarî zêdetir bû, tenê li Taxa Alî Paşa xanî hatine lêkirin. Ew tax jî dûrî şerê xendekan bû û piştre ji alîyê dewletê ve hatibû îstîmlaqkirin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin