Li Stockholmê şîna şehîdên Rojhilatî hate danîn

Li Stockholmê şîna şehîdên Rojhilatî hate danîn

Li paytexta Swêdê Stockholmê taziye bo şehîdên Rojhilata Kurdistanê yên êrîşên Îranê li dijî HDK û PDKÎ yên li Koysancakê, û her wiha 3 ciwanên kurd Ramîn Huseyn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî, li dar ket.

A+A-


Rûpela Nû-STOCKHOLM- Endam û piştgirên HDK û PDKÎ di taziya cangoriyan de bihevre bûn û xemgîniya giran de hevpar bûn. Zêdetirî du hezar kes beşdarî taziyê bûn.

stockholm-2.jpg

PAK-Swêd jî bi heyetekê beşdarî taziyê bû û bi peyamekê sersaxiya herdu partiyan kir.

PAKê di peyamê de got; "Em vê bûyera nemirovî ya kiryarên terorîstî yên Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê, bi tundî şermezar dikin. Em rejîma xwînrêj a mollayan, rûreş dikin. Em bi hemû hestên xwe, bi partiyên birayên xwe yên HDK û PDK-Î herwiha bi malbatên cangoriyan û hemû hemwelatiyên xwe yên Rojhilatî Kurdistan re ne."

Di taziyê de gelek axaftin hatin kirin, di axaftinanan de  rûreşkirina kiryarên qirêj û her wiha behsa hevkarî û yekîtiya kurdan hat kirin, ji aliyê çend ciwanên kurd ve sirûd hatin gotin. 

stockholm-3.jpg

Taziya cangoriyên Kurdistanê yên Koyê ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan ve hatibû amadekirin.

stockholm-4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin