Li Stockholmê pîrozbahiya 8ê Adarê

Li Stockholmê pîrozbahiya 8ê Adarê

8ê Adarê Roja Jinên Navneteweyî li Stockholm hat pîroz kirin. YJK nameyek vekirî ji Wezîra Derve yê Swêdê Ann Linde re şand.

A+A-

8ê Adarê Roja Jinên Navneteweyî li Stockholm hat pîroz kirin. YJK nameyek vekirî ji Wezîra Derve yê Swêdê Ann Linde re şand.

 

8ê Adarê Roja Jinên Navneteweyî ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêdê, li Stokholmê bi çalakîyek bi navê "No more words. Time 4 action" hat li darxistin. Di çalakiyê de seroka YJK Seyran Duran li ser rewşa jinan axaftin kir. Şandeke piştgirên PAK-Swêdê beşdarî çalakiyê bû. Radio Aştî çalakî bi zindî weşand.

 

Nameya ku ji alîyê YJK ve ji Wezîra Derve ya Swêdê re hatîye şandin, tê de hin daxwaz û pêşniyarîyên Yekitîya Jinên Kurdistanê hatîye destnîşankirin.

 

Di nameya Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêdê ya ji Wezîrê Derve yê Swêdê re şandiye dibêje:

 

”Em wek Yekitiya Jinên Kurdistanê, serbilind in ku Swêd welatê herî pêşîn ê wekheviyê ye û ku em xwedî hikûmeta yekem a femînîst a cîhanê ye. Lê divê em ji bîr nekin ku hikûmeta femînîst a Swêdê, hîn jî îro, tenya hukûmeta femînîst e li cîhanê ye. Lê ev nayê wê wateyê ku xebata wekhevîyê li Swêdê ji zû ve qediyaye, divê em ji bîra nekin ku li gelek deverên cîhanê, jin di bin şert û mercên gelek dijwar de dijîn.

 

Ji ber vê yekê em bang li Wezîra Derve Ann Linde - yê ku berpirsiyarê siyaseta derve ya femînîst e - kir ku bi tundî li dijî şêwazên cûrbecûr yên zordestiya jinê ku li gelek deverên cîhanê belav dibe,dijbêriya xwe bi tundi nîşan bide û xebat bike!”

 

Roza Kurdî - Stockholm

img-20200309-wa0005.jpg

img-20200309-wa0004.jpg

img-20200309-wa0003.jpgfoto.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin