• Diyarbakır 9 °C
  • Batman 8 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 7 °C
  • Ağrı 2 °C

li Stenbolê Mustafa Tangüner hate bibîranîn

li Stenbolê  Mustafa Tangüner hate bibîranîn
Îro, çend hevalên rehmetiyê Mistefa Tangünerî ku Cîgirên Serokê Gîştî yên PAKê Kasim ERGÜN û Mehmet GÜL jî di nav de bûn, li Stenbolê li qebristana Yenîbosnayê zîyaret kirin û Tangünerî bibîr anîn.

Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Kasim Ergün, li ser qebra Tangünerî axifî.

Di axaftina xwe de Ergünî, li ser qetilkirina wî û xebata wî ya Kurdistanî rawestiya. Bi taybet, çeteyên ku wî qetil kiribûn şermezar kir. 

Ergünî axaftina xwe bi giringiya xwedîlêderketina şehîdên Kurdistanê û bi bîranîna Tangunerî bi dawî anî.

Ev nûçe 274 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din