Li Stenbolê fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî hate nirxandin

Li Stenbolê fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî hate nirxandin

Li Zankoya Bîlgîyê di derbarê bi fikirandina kurdî de panelek bi navê fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî hate li darxistin. Ligel berf û sermaya li Stenbolê jî eleqeyek mezin ji bo panelê hebû.

A+A-

 

Alaattîn Ayhan

Li Zankoya Bîlgîyê di derbarê  bi fikirandina kurdî de panelek bi navê fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî hate li darxistin. Ligel berf û sermaya li Stenbolê jî eleqeyek mezin ji bo panelê hebû.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Zankoya Bîlgîyê û Weşanxaneya Peywend amedekarîya bernameyê kir. Panel bi axaftina Prof. Dr. Bulent Bîlmez dest pê kir. Piştre Seroke Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz der barê wan de zanyarî da. Gurbuz wiha got, "Zanyarî herî zêde ji bo gelê kurd lazim e. Ev sed sal in Îttihat Terakî û Kemalîst dixwazin çand û hebûna kurdan ji holê rakin. Bi vê armancê bi mîlyonan kurd li Anatolyayê sirgûn kirine. Kurd divê xwedî li çand û dîrok û zimanê xwe derkevin."

Xwedîyê Weşanxaneya Peywendê Dawut Ozalp jî qala weşangerîya kurdî kir û got; "Di weşangerîyê de pirtûkên kurdî yên teorîk ji yên tirkî yên teorîk zêdetir tê firotin. Ev jî tê wê wateyê ku di vî warî de birçîbûnek heye û ev yek balkêş e. Di nav weşangerîya kurdî de her sal 100-260 pirtûk tên çap kirin."

Di danişîna yekem de niviskar Remezan Alan bi metafora "tehlîya di hingiv de" qala wejeya kurdî kir. Alan wiha anî ziman,  "Heta sala 1995'an min bi tirkî dixwend, difikir û dinivisand. Piştî ku di havîna 95'an de min pirtûka Ehmedê Xanî bi navê Mem û Zin xwend û li ser gotarek nivîsand, li ser min bandorek girîng kir. Ji wê rojê pê ve ji min re bû derd ku li ser zimanê kurdî bixwînim û binivisînim."

Niviskar Zulkuf Ergun, li ser mijara raborî û rêbaza çêkirina têgeh û termên teorîk û zanistî sekinî û nirxand. 

Lêkolîner niviskar Fahrîye Adsay, qala wergera deqên zanistên civakî ya kurdî kir. Adsay bal kişand ser rola wergerê û wiha got, "Bê werger mirov nikard qala entellektuelîyê bike."

Di danişîna duyem de zimanzan û niviskar Ronayî Onen, bi berfirehî li ser mijara netewesazî û çapemenîya kurdî peyivî. Onen, bal kişand kovara Hawarê û peywenda netewesazîya wê kir.

Nivîskar Mutlu Can, li Tirkîyeyê bi zaravayê kirmanckî qala şert û mercên wergerê kir.

Axaftvana herî dawî Omer Faruk Yekdaş kir û qala weşandina deqên teorîk de pirsgirêkên edîtoryal kir. 

Niviskar Fuat Onen, Îsmaîl Beşikcî û gelek kesên din ên naskirî di nav beşdaran de amade  bûn. 

Dîyarname

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin