Li Stenbolê bi dehan mamosteyên zanîngehê hatin girtin

Li Stenbolê bi dehan mamosteyên zanîngehê hatin girtin

Îro serê sibehê li Tirkiyê li dijî akademîsyen û mamosteyên zanîngehan operasyonek hat lidarxistin û di encamê de bi dehan akademîsyen û mamosteyên zanîngehan hatin desteserkirin.

A+A-

Îro serê sibeha 16ê mijdarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyê ve li dijî gelek akademîsyen û mamosteyên zanîngehan operasyonek hat lidarxistin û di encamê de bi dehan akademîsyen û mamosteyên zanîngehan hatin desteserkirin.

Ew operasyona li dijî wan akademîsyenên Zanîngeha Bogaziçiyê rasterast bi wê raporta Yekîtiya Ewropayê re peywendîdar e, ku di derbarê Tirkiyê de hate belavkirin û têde tê xwestin endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê were rawestandin.

Di derbarê wan akademîsyenan de jî dan zanîn ku yek ji wan Turhan Tarhanli ye, ku li Tirkiyê wek pisporekî sereke yê hiqûqê tê nasîn û li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê mamoste ye, ku beriya niha li Zanîngeha Bogaziçiyê akademîsyen bû, û di warê hiqûqa navdewletî û hiqûqa hevdem a Tirkiyê de xwediyê roleke sereke ye.

 

Yek ji akademîsyenên din jî Betul Tanbay e, ku ew jî li Zanînegha Bogaziçiyê kar dike û di heman demê de Seroka Komeleya Bîrkarî ya Tirkiyê û yek ji rêveberên Komeleya Bîrkarî ya Ewropayê ye.

 

Li gor zanyariyan ev akademîsyen di warê akademiyê de li Tirkiyê gelek navdar in û wek teorîsyenên akademiya laîsistan têne zanîn û bi Osman Kavala ve girêdayî ne, ku Kavala karsazekî çepgir e, peywendiya wî ya li gel welatên Ewropa û cîhanê gelek zêde ye û ev salek e girtî ye.

 

Li gor medyaya hikûmetê tawanên li wan kesan hatiye girtin ew e, ku wan kesan di serîhildana sala 2013an a Parka Gezî ya Stenbolê de him rêveberî kiriye him jî ew serîhildan fînanse kiriye û bo ew fikir di nav civakê de belav bibe, kar kiriye, ku Osman Kavala jî bi van tawanan ev salek e di girtîgehê de ye û hêj îdianameya wî aşkere nebûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin