Li Şirnex û Dersîmê 18 herêm weke Herêmên Ewlekariya Taybet hatine ragihandin

Li Şirnex û Dersîmê 18 herêm weke Herêmên Ewlekariya Taybet hatine ragihandin

.

A+A-

Li Şirnexê 14 û li Dersîmê 4 herêm bi dema salekî bi biryarên walîtiyên wan bajaran weke “Herêmên Ewlekariya Taybet yên Demkî” hatine ragihandin.

 

Li Şirnexê 14 û li Dersîmê 4 herêm bi dema salekî(1ê Kanûna Paşiya 2022-31ê Kanûna Peşiyê 2022) bi biryarên walîtiyên wan bajaran weke “Herêmên Ewlekariya Taybet yên Demkî” hatine ragihandin.

Walitiya Şirnexê di malpera înternetê ya xwe ya fermî de sedema ragihandina herêmên taybet weke “ewlekariya netewî, sazkirina aramiya giştî û pergalê, pêşîgirtin li pêkanîna sûc, parastina azadî û mafên yên din” aşkere kiriye.

Walîtiya Dersîmê jî ji bo 4 herêman gotiye, “ji ber operasyonên ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de tên birêvebirin de ketina çar herêman li gorî parastina ewlekariya canî û malî ya gel zerarmend e.”

Qedexekirina herêmên li herdu bajaran li gorî xala 32/Aya Kanûna Herêmên Ewlekariyê û Herêmên Qedexe yên Leşkerî ya bi hijmar 2565 hatiye stendin.

Herêmên li Dersîmê hatine qedexekirin:

Herêmên Geliyê Eli û Çemê Kiran yên ser bi navçeya Xozatê û herêmên Egerci û Karadere yên ser bi navçeya Pulurê hatine qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin