Li Şirnexê teqîn

Li Şirnexê teqîn

Li navçeya Qileban a Şirnexê li devereke baregeha leşkerî di dema avêtina topa hawanê de teqînek qewimî, di encama bûyerê de leşkerekî canê xwe ji dest da û 4 çar leşker jî birîndar bûn.

A+A-

Li navçeya Qilebanê li devereke baregeha leşkerî di dema perwerdeya avêtina topên hawan de teqînek rûda û di encama teqînê de leşkerekî Artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.

 

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, li bajarokê Gewlozê (Şenoba) li devereke baregeha leşkerî di dema perwerdeya avêtina topên hawan de teqînek qewimî.

 

Hat ragihandin ku di teqînê de leşkerekî canê xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.

 

Leşkerên birîndar bi rêya helîkopteran ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin rakirin.

 

Hat diyarkirin ku rewşa leşkerekî birîndar giran e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin