Li Şingalê metirsîya şewata 500 hezar donim dexil û dan heye

Li Şingalê metirsîya şewata 500 hezar donim dexil û dan heye

Rêveberê çandinîyê li qeza Şingalê dîyar kir, ‘’Naha dexil û danê cotyarên Şingalê ber bi dirûtinê ve diçe û hişk dibe, hîn amûrên agir temirandinê nehatine dabîn kirin bo demsala dirûna dexil û dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêveberê çandinê li qeza Şingalê Şeref Nayif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala borî rêjeyekî zêde ya dexil û danê cotyarên Şingalê hate şewitandin. Îsal jî metirsîyek mezin li ser dexil û danê cotyarên Şingalê heye. Ji ber berhemê dexil û dan pir başe li deverê û naha ber bi hişkbûnê ve diçe û hîn ew şîyan nehatine dabîn kirin bo pêşîgirtina li rewşên şewata dexil û dan, herwaha amûrên agir temirandinê nînin û em daxwazê dikin amûrên agir vemirandinê bo cotyarên Şingalê bên dabîn kirin, ku cotyar bikarin bergirîyê li dexil û danê xwe bikin li hember metirsîya şewatê.’’

Herwaha dîyar kir: ‘’Îsal zêdetir ji 560 hezar donimên dexil û dan li Şingalê hatine çandin û pêşbînî tê kirin berhemekî zêde yê dexil û dan bê rakirin. Ji ber îsal bêhtir cotyaran dexil û dan çandine.’’

Navborî got: ‘’Îsal jî gelek metirsî li ser berhemên cotyarên Şingalê heye. Şewata dexil û dan îsal jî dibe ku pêkbê û berhemê îsal jî gelek başe. Em hêvîdarin alîkarî ji bo me bê kirin ku amûrên agir temirandinê hebe.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin