Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Şingal, PKK Di Xizmeta Kê De ye?

A+A-

„PKK hêz û çekên giran ji Sûriyê vediguhêze Şingalê." û amadekarîya êrîşên ser Bâşûrê Kurdistan dike!
Berî hertiştî divê em bi çavê „şerê du hêzên kurd" li vê piressa ku bi destê PKK tê ser Kurdistan a Federal û rêveberên wê mêze nekin.
Yekemîn em li ser Şingal bisekinin; 
Şingal çi ye? 
Çima PKK Şingal wek mertal bikar tîne?
Şingal ji kîjan hêzên herêmê re girînge?
Berî her tiştî, dema ku em li erdnîgarîya cîhên ku Şingal têdeye û çiyayên derdorê mêze bikin, emê hîn baştir sebeban derxin ber çavan.
Ji alî jeopolitik û jeostratejîk de Şingal bi ser parêzgeha Musilê ve giradayîye. ji alî bakur de nêzî Xabûr dibe di nava vê herêm de bajarên biçûk wek Zûmar Rebîa û hinek deverên din hene. Ji alî başûr de digihê heta ser hidûdê Nînovayê û ji bakurê rojava digihê ser hudûdê bajarê Al Kaîf. 
Di herêmê de çiyayê Şingal, ji hêla leşkerî de bi bilindbûna xwe cîhekî stratejîk e. Ji çîyayê Şengalê gelek ji axa Îsraîl, Urdun, Sûrîyê, Tirkiyê û Iraqê tê kontrol kirin.
Bînim bîra we; di „Şerê li henber Saddam" de hemû êrîşên ser Îsraîl bi roketên menzîldirêj ji çiyayên Şingal hatin avêtin. Ev jî tê wê wateyê ku çiyayê Şingal xwedî kontrolek leşkerî a stratejîka herêmê ye. Ji dewletên herêmê wek Îran, İraq, Surîye û Tirkîye re xwedî girîngîyek mezin e. 
Yek jê sebeba PKK û derxistina alozîyan eve. Ba û bahoz û alozîyên ku PKK derdixe li ser çiyayê Şingal, ne ji bona berjewendîyên kurdan e. Xizmetê ji îran, İraq, ji Tirkîye û ji Surîye re dikin. Li pişt van alozîyan ew dilnexwazên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikin hene. Pirsgirêkên ku ji roja DAİŞ êrîşî Şingal kirîye û heta niha PKK derdixîne û bikar tîne xizmetê ji vê stratejîya van dewletên dagirkar re dike. Li pişt vê stratejîya PKK, ev hêz û stratejîstên wan dewletan hene. Hêzên ku Haşdî Şaabî di herêmê de damezirandine û organîze dikin, pirçek dikin, yek hêzin.  Mûçeyên Haşdî Şaabî û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ji yek destî tên dan û emir ji yek cîhî digirin. Sebeba ku Haşdî Şaabî û PKK hêzên xwe dikişînin ser Çîyayê şingal yek armance. 
-Li gor raporta rojnameyê (Şerqulewset) ku li Londonê hatiye belav kirin, 
„YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ku ser bi PKKê ye, ji aliyê heşdî şeibî ve mehane mûçe ji wan re tê dayîn. Dervey wê jî di heyama borî de efser û fermandarên sipaha pasdarên Îranê li Şingal ê serdana binke û baregehên YBŞê kirine, gotûbêja pirçekbûn û çekên giran kirine." Ji PKK re.
Di eynî rojnameyê de rêveberekî partiya Dewa Îslamî ya Nûrî Malikî di daxuyaniyeke bo rojnameyê de diyar kiriye; 
„piştî ku navçeya Şingalê û gundên êzdiyan ket dest PKKê, li ser daxwaza Malikî û bi hemahengiya li gel sipaha pasdarên Îranê YBŞ ji aliyê PKKê ve hatiye ava kirin."
Di eynî Rojnameyê de berpirsê Dawa Îslamî armanca YBŞ bi şîweyek zelal eşkere dike:
''Armanca avakirina YBŞê, vekirina serdestiya heşdî şeibî ye, li ser rêyên hişk ên di navbera Iraqê û Sûriyê de û bo gehandina piştevaniya leşkerî bo hêzên Îranê û milîsên li Sûriyê, ji ber ew rê pir stratejîke û pir giringe û Îran ji serdestiya Pêşmerge li navçeyê ditirse.''
Ev berpirsê Dawa Îslamî eşkere dibêje:
''Gurkirina şer di navbera kurdan de rê xweş dike bo hêzên heşdî şeibî, ku bi navê hêzên û rê li pêş hewldanên serokê herêma Kurdistanê û partiyên din ên Kurdistanê digire ku tekoşîna serxwebûnê didin."(!)
Bi vê armancê dema ku hêzek „Kurd" ji bona berjewendîyên dewletên dagirkar li ser axa azad bicîh bibe û tevbigere, bêje „ez ji Şingal dernakevim"(!) Hûnê çawa wê ji wir derxin?
Ji ber ku armanca bicîhbûna PKK li şingal derxistina şerekî qirêj e!
Ma dibe ku PKK bê şer ji Şingal derkeve?
Berpirsîyarên hêzên YBŞ (Egîd Civyan û Zekî Şingalî) eşkere dibêjin; „bê fermana rêveberiya PKKê ya li Qendîlê, ew xwedî desthilat nînin ku ti biryarekê bidin."(!)
Sebeba ku PKK Şingal wek mertal bikar tîne ewe ku; yên li pişta PKK, ji PKK şerê kurd bi kurdan re dixwazin. Ev kar jî bi xwestina dewletên dagirkar, di ser Îmrali û Qandîl re têt organîze kirin. Dewletên li pişt vê karesatê eşkere ne. Dijminên Kurd û Kurdistan in. Raste ti tiştek di destê yên berpirsiyarê hêzên PKK yê Şingalê de tineye. Divê emir ji Qandîl, ji Îmrali were. Ev herdû cîh jî li gor helwesta efendîyên xwe (Îran, İraq, Surîye, Tirkîye) tevdigerin(!)
Di vî karî de armanca herî mezin û hedefkirin a Başûrê Kurdistan û hewldanên Serokê Kurdistan a Federel Mesut Barzanî û yên serxwebûnê ne. Ne bê sebebe di van deman de çapemenîya PKK ku Mesut Barzanî dike hedef û êrîşên pîs tîne ser cenabê Serokê Kurdistan a Federel! Bi ziman, bi helwest, şîweya ku têt bikaranîn, şîveya nîjadperestên tirkan, Îran û ereban e. Ev ne tiştekî tesadûfî ye. Stratejîyek hevpar e.
Di vî warî de Berpirsiyarîya YNK û tevgera Goran jî heye: Dema ku pirsgirêk mezin dibe, bar dixin ser pişta Serokatîya Dewleta Federal û dibêjin „di çareserkirina pirsgirêkê de Mesut Barzanî xwedî erk û hêze. Dikare pirsgirêkan çareser bike"(!) 
Piştî bûyerên pevçûnê li Şingalê, nabe YNK û Tevgera Gorran bi beyanameyekê ve bibêjin em bêalî, erkê têxin serpişta cenabê Serokê herêma Federal û li Silêmanîyê mil bidin PKK û bi PKK re çalakîyan li dijî Pêşmergan lidar bixin!
Di 4ê Adarê de beşek ji alîgirên Gorran û PKKê bo xwepêşandanê bi hev re rêz girtine. „Em li dijî wê bûyera Şingalê ne"(!) 
Xêre? PKK û Gorran dixwazin çi bikin?
Nabe li ser pirsgirêka Şingalê Goran û YNK bêalîbin, ji ber ku Şingal bi xwîna Pêşmergên canfida hatîye rizgarkirin. Beşek ji axa başûrê Kurdistan e. Dema ku berpirsiyarên siyasî yên başûrê Kurdistan bêalî bin, başe wê kî bi alîbe?
Lê ji alîyê din de bi PKK re li Silêmanîyê çalakîyan lidar dixin. Mil bi mil li dijî cenabê Mesût Barzanî, di asta dijminatîya Kurdistan de tevdigerin. Ev jî tê wê wateyê ku YNK û Tevgera Goran di vî warî de xwedî alî ne.
Pir kes û partîyên kurdan û şexsîyetên ku xwe berpirsiyar dibînin, dibêjin:
„lazim e Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêka Şengalê bi Qendîl û İmralî re çareser bike"(!)
Gelo kî desthilatdarê axa Başûrê Kurdistan e?
Eger li ser axa Federal a Kurdistan, hêzên desthilatdar, Hêzên Ewlekarîya Kurdistan (pêşmerge) ne, çima wê Başêrê Kurdistan bi hêzek ku bi darê zorê ketibe axa wê û li henber destxistin û hewldanên wê xwedî helwestek xerab re pirsgirêkê çareser bike? Ne xwe ew ne desthilatdarên herêma xwe ne!
Ya di desthilatdarî ya hêzên Başûrê Kurdistan de seqetîyek heye, an jî di mejîyê wan kes, partî û şexsîyetên ku dibêjin;"divê pirsgirêk bi Qendîl û İmralî re çareser bibe"(!)re seqetîyek heye?
Rêya herî baş a çareseriyê ew e ku PKK Şingalê vala bike.lê ''Bê şer PKK ji Şingal dernakeve. Ji ber ku yên PKK li Şingal bicîh kirine, mûce dide wan û wan pirçek dike, ji PKK „şerê kurdan„dixwaze. PKK vî karî tîne cîh.

Divê ev noqte baş bêt nirxandin!
06.03.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin