Li Sine xwandina master a Ziman û Wêjeya Kurdî dest pê dike

Li Sine xwandina master a Ziman û Wêjeya Kurdî dest pê dike

Qonaxa xwadina master a Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li parêzgeha Sineyê tê vekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sineyê, Dr. Bextîyar Secadî ragihand, ji sala bihê ve qonaxa master a xwandina Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li bajarê Sineyê tê vekirin.

Bextîyar Secadî ji Rûdawê re got, hemû amadekarî ji bo vekirina qonaxa xwandina mastera Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê hatine kirin.

Secadî dîyar jî kir, ku Wezareta Xwandina Bilind a Îranê jî ew yek pesend kirîye, ku li Zanîngeha Kurdistanê qonaxa masterê ya Ziman û Wêjeya Kurdî bê xwandin.

Bextîyar Secadî herwiha got, ku daxwaz li ser Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî gelek zêde ye û ew beş li zanîngehê yek ji beşên herî serkevtî ye, ku berdewam daxwaza li ser xwandina di vê beşê de zêde dibe.

Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê destnîşan kir, ku pirtûk û waneyên xwandinê ji bo destpêkirina xwandina masterê di vê beşê de hatine amadekirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin