Li Sine li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan berdewam e

Li Sine li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan berdewam e

.

A+A-

Li ser bûyera kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam e û di navbera welatiyan û hêzên emnî yên Îranê de alozî derket.

Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, xelkê Sine li dijî kuştina keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizê Jîna Emînî ku berî çend rojan li Tehranê ji aliyê Polîsên Exalqê yên Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin û piştre di bûyereke nezelal de canê xwe ji dest dabû, îro jî daketin kolanên bajêr û daxwaza zelalkirina bûyerê û cezakirina kesên ku bûne sedema bûyerê kirin.

Xwepêşandan bi taybet li cadeya 6ê Behmen, cadeya Nemekî û Meydana  Azadî ya bajarê Sine berdewam e û hêzên ewlehiyê yên Îranê teqeyan dikin.

Hin vîdyoyên xwepêşandana îro ya Sineyê li ser torên civakî hatine belavkirin ku têde xuya dibe beşek ji jinên beşdar di xwepêşandanê de wek nerazîbûn li dijî tundiya hikûmet û hêzên emnî li hember jinan xawikên xwe ji serê xwe radikin.

Welatiyên beşdar di xwepêşandanê de herwiha dirûşmên wek “Jîna tu namirî, navê te dê bibe sembol”, bilind kirine û sloganên wek “netirsin netirsin em hemû bi hev re ne”, dibêjin.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî piştş ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê ji ber bûyera kuştina Jîna Emînî, greveke seranserî ragihandiye û daxwaz ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiriye, roja Duşembê 19ê Îlonê dikanên xwe bigrin û neçin ser kar û tevli wê nerazîbûna seranserî bibin.

Wê navendê herwiha daxwaz ji partî û aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan jî kiriye ku piştgirî bidin wê greva seranserî ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Li aliyekî din medyayên Îranê belav kirine, êvara îro Serokkomarê Îranê bi telefonê peywendî bi malbata Jîna Emînî kiriye û hevxemiya xwe gihandiye wan û ji wan re gotiye, ew dê lêkolîna derbarê bûyerê de bişopînin û bûyerê zelal bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin