Li Sêrtê qedexe

Li Sêrtê qedexe

Li 8 gundên navçeya Hawêlê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Parêzgarîya Sêrtê li 8 gundên girêdayî navçeyê Hawêlê qedexeya derketina derve ragihand.

Li navçeya Hawêlê ya Sêrtê bi hinceta ku ku li hêrêmê “operasyon li dijî stargehên PKKê têne meşandin”, li gundên Maderan, Xelikîyan, Bilwanis, Arinc, Bayikan, Çirî, Tillo û Homendê ji saet 06.00an û pê ve qedexeya derketina derve hatîye ragihandin.

Di daxuyanîya parêzgarîya Sêrtê de herwiha amaje bi wê yekê hatîye dayîn li wan deveran çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan hatîye qedexekirin.

Nehate destnîşankirin ka dê qedexe heta kengê berdewam be.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin