Li Sêrtê fosîlek 50 milyon salî hat dîtin

Li Sêrtê fosîlek 50 milyon salî hat dîtin

Li çiyayê Çirav yê Bakûrê Kurdistanê, ku dikeve kêleka bajarê Eruh yê Sêrtê, fosîlek 50 milyon salî hat dîtin. Ew fosîl li mûzexaneya zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê hat danîn.

A+A-

Li çiyayê Çirav yê Bakûrê Kurdistanê, ku dikeve kêleka bajarê Eruh yê Sêrtê, fosîlek 50 milyon salî hat dîtin. Ew fosîl li mûzexaneya zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê hat danîn.

Çend roj berê şagirdeka zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê bi navê Buşra Bektaş, bi malbata xwe re çûbû çiyayê Çiravê li parêzgeha Sêrtê ya Bakûrê Kurdistanê. Buşrayê li wir tiştekî kevnar dîtibû û biribû zanîngehê. Li wir piştî lêkolînan derketibû ku ew, fosîla giyanewera bi navê Nummlit e ku di nav avê de jiyaye û temenê fosîlê jî 50 milyon sal e!

li gorî nûçeya ajansa Anadolu, ew fosîl îro li mûzexaneya zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê hat danîn, êdî her kes dikare wê fosîlê bibîne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin