Li Şernexê berfê ji 7 metrê derbas kir

Li Şernexê berfê ji 7 metrê derbas kir

Li Şirnexê li gelek herêman berfê 7 metre derbas kir. Ji ber berfa zêde rê hatin girtin û karebayên gelê herêmê qut bû. Ji ber berfê stûn û têlên karebayê jî di bin berfê de man

A+A-

Berfê li Şirnexê herî zêde li herêmên çiyayî lê kir û bandoreke neyînî li ser jiyana gelê herêmê kir. Berf, li hinek gundewarên Şirnexê ji 7 metre derbas kir û heta ku stûnên karebayê  jî di bin berfê de winda bûn.

Barîna zêde ya berfê, ger gotin di cih de be jiyana gelê herêmê serobin kir. Bi vê yekê re jî karebaya gel qut bû, nexweş nekarîn xwe bigihînin nexweşxaneyan û gel nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne.

Dîcle Elektirîk ku divê pirsgirêka karebayê ya gel çareser bike, ji gel zêdetir li pey daxwazên leşkeran ketiye.

Hat zanîn ku xebatkarên Dîcle Elektrîkê ji bo ku ceyran bi awayekî bênavber bigihîje baregehên leşkerî yên li derveyî sînor û li cihên çiyayî, bênavber dixebitin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin