Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

.

A+A-

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nava bazareke Serê Kaniyê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî hate kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes kes hatin kuştin ku di nava wan de jin û zarokek hene û 8 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car teqîn lê çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Li Efrînê jî duhî li nava bajêr û pêr li gundê Basûtê teqîn hatine kirin û di encama wan her du teqînan de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin