Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya perwerdeya rûbirû destpê dike

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya perwerdeya rûbirû destpê dike

.

A+A-

 Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro Duşemê 6ê Îlona 2021ê proseya perwerdeya rûbirû destpê dike.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demeke dirêj e ji ber belavbûna virûsa Koronayê, proseya xwendinê bi aweyê online bû. Lê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, berê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku 6ê Îlonê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendina rûbirû destpê dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 milyon xwendekar û zêdeyî 1 milyon mamoste, îro wek serdema berî Koronayê dest bi perwerdeya rûbirû dikin. Li gor Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di çarçoveya tedbîrên Koronayê de, ji 58 hezar dibistanan re, maske, dezenfektan û kelûpelên paqijiyê hatine şandin û 113 hezar karmendên paqijiyê jî li wan dibistanan hatine erkdarkirin.

Wezareta Perwerdê ji bo xwendina rûbirû ji ber belavbûna Koronayê hinek tedbîr wergirtine. Li gor wan tedbîran:

- Divê mamoste û karmendên dibistanan ên derziya Koronayê li xwe nedane, hefteyê du caran testa PCR a Koronayê bikin.

- Maskeyên pêdivî dê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve bên dabînkirin.

- Dema dersan nayê kêmkirin.

- Dema dersan dê wek serdema berî Koronayê be û her dersek ji 40 deqeyan nabihure.

- Di serdema Koronayê de baxçeyên dibistanan jî di nav de, heta bê kirin, nabe malbatên xwendekaran serdana dibistanan bikin.

- Di demên neçar de divê malbatên xwendekaran serdana xwe li baxçeyê dibistanê yan jî li cihekî dûrî dibistanê bi maskeyan bikin.

Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê destnîşan kiriye, bi destpêkrina proseya xwendina rûbirû, 1054 zêrevanên dibistanan, 22 hezar û 772 berpirsên koardînasyona perwerdeya bi ewle û 19 hezar 569 hêzên ewlekariyê jî ji bo ewlehiya wan dibistanan dest bi kar dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin