Li seransera Başûrê Kurdistanê bo Efrînê xwepêşandan

Li seransera Başûrê Kurdistanê bo Efrînê xwepêşandan

Îro li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Çemçemala Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê gelê kurd daketin qadan û nerazîbûna xwe li hember dorpêça li ser Efrînê nîşan dan.

A+A-

Li gor Sputnikê iro li bajarê Hewlêrê li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî ji bo êrişa leşkeri ya li hemberî Efrînê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de nûnerên çend partiyên siyasî beşdarbûn û daxuyanike çapemenî dan. Di daxuyaniya çapemenî de bêdengiya civaka navneteweyî hat şermezarkirin, piştevaniya xwe bo Efrînê nîşandan û ragihandin ku ketina artêşa tirk bo Efrînê ketina hemû bajarên kurdan e.

Hûnermend Deşnê Murad ku yek ji beşdarbûya xwepêşandanê bû ji Spûtnîk Kurdistanê got: "Erka min e wek hûnermendek îro beşdar bim, ji ber ku zarokên Efrînê bi çekên amerîkî, rûsî û tirkî di tên kuştin û şehîd dikevin. Yek mîlyon welatiyên kurd niha dibin gefa kuştinê de ne ka NY, ka mafê mirov, ka cîhana demokrat, ka dengên azadiyê bo li hember kurdan xwe ker kiriye. Heta kengî dê kurd werin kuştin, pêr Helebçe duhî Kerkûk û îro jî Efrîne. Bi rastî ez heybetî bûme li hember vê cîhana kerr û lal."

Dr. Mihemed Keyan ku kesatiyekî siyasî got: "Em hatine êrişên tirk li ser Efrînê şermezar bikin û bêzariya xwe li hember bêdengiya civaka navneteweyî derxînin. Ketina Efrînê dawiya dinyayê nîne, lê mexabin cîhan bo Xutaya Rojhelata li ser pêyane û ji bo Efrînê bêdeng e."

Dr. Hejar Hewramî jî di axaftina xwe de got: "Hatina me bo xwepêşandanê tenê ne ji bo xwedîderketinê ye ji Efrînê re, lê berevanîkirine ji tev mafên kurdan e. Ketina artêşa tirk bo Efrînê wek faşîzma Hîtler e. Erdogan jî dixwaze siyaseta pantirkîzmê cîbîcî bike. Piştî Efrînê xewnê dibîne ku hinek herêma Balqanan, Kurdistanê û Efrîqeya Bakur jî dagir bike. Ez wek kesekî azadîxwaz dixwazim bimrim, lê naxwazim serkeftina Erdogan bibînim."

Dayîyeke ji Rojava bi navê Helîme Ehmed jî got: "Slav li berxwedana Efrînê, ez bejna xwe li hember şehîd û şervanan ditewînim. Başûr, bakur, rojhelat, bira rabin yek dest yek welat, hûn şervanên azadiyê welat azad bikin bi xelat. Ka mafê mirovan ka wîjdan guleyên we bidestê dagîrkera li ser serê zarokên me dikin baran, şermezarî bo we hey Ewropa, Amerîka û hemû cîhan ku erzan dikin xwîna me kurdan."

Hêjayî gotinê ye ku ji xeynî Hewlêra paytexta Kurdistanê li bajarê Silêmanî, Helebçe û Çemçemalê jî xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê hatin lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin