Li ser pirsa refarandûm li Bakurê Kurdistanê çêbe..Erdogan gelek aciz bûye!

Li ser pirsa refarandûm li Bakurê Kurdistanê çêbe..Erdogan gelek aciz bûye!

Serokomarê Tirk Erdogan li ser pirseka TV24 a Fransayê ku li Tirkiyê jî ihtîmala refarandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê çêbe, aciza xwe nîşan daye

A+A-

Serokê AKPê û Serokomarê Tirk Recep Tayyib Erdogan li ser pirseka TV24 a Fransayê ku li Tirkiyê jî ihtîmala refarandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê çêbe, aciza xwe nîşan daye û gotîye; ev hinek zahmet e, yên bixwestana vê gavê bavêtena heta niha zû ve avêtibûn; li Tirkiyê ne zemîneka weha heye ne jî avayîyeka weha; kes nikare bingeha yekpareyîya Tirkiyeyê xerab bike, ne hêza yekê têr dike ne jî îmkana wan. Îro li rojhilat û bakûrêrojhilat(Kurdistanê) pirsek tuneye. Li Tirkiyeyê kurdayetî tuneye; kurd hene, tirk hene, laz hene, boşnak hene û hemû navahev de ne. Tirkiye dê tu carî fersendê neda gavekê weha ya referandûmê.

Li Iraqê sîstemeka eyaletê heye ew eyalet biryar daye ku referandûmê çeke; lê dê kurdên Iraqê poşman bibin; Barzanî û birêveberîya bakûrê Iraqê ne li ser hev in û hin ne amadane û ev  biryar li dijî yekpareyîya Iraqî ye.

Li ser pirseka ka ew bawerî pê tîne ku DYA çekên ku dane YPGê dîsa paşve webigre; Erdogan gotîye ev ne mimkun e û ger hêzên kurd gef li wan bike dê leşkerên wan tevî Ordiya Azad a Sûriyê li hembar wan operasîyonan li dar bixin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin