Li Ser Pirsa Bloka Hilbijartinê

Li Ser Pirsa Bloka Hilbijartinê

Şerefxan Cizîrî

A+A-

Di van demên dawî de li ser pirsa hilbijartınan û tifaqan helwest û niqaşên berfireh derdikevin pêşberî raya Kurdan. Ev tiştekî baş e. Her kes û rêxistin ji aliyekî de nişanê digirin û gûleyan berdidin, lê belê berê gûleyan ne gelekî zelal e. Armanc ji bona çî ye? Ev pirs ne baş diyare. Ji bona tifaq û blokên hilbijartinê divê mirov hinek pirsgirêkan gelekî zelal û biduristî formüle bike; Beriya her tişti tu rêxistinên netewî nabêjin em li dijî tifaq û blokan e. Her kes li gel vê yekê ye ku Kurd di nava xwe de tifaq û blokan ava bikin. Lê di vê mijarê de hinek pirsgirêk divê werin zelal kirin;

Bi taybet hilbijartinên ku li welatên demokratik lidardikevin li gora prosedureke fermî bi rêve diçin, ew prosedur berî her tiştî yasayî ye. Ji ber vê yeke jî divê rêxistin, komel, tevger û partiyên ku tifaqan bikin û blokên hilbijartinê ava bikin, divê statûyeke wana ya fermî, ya yasayî hebe. Gava ku ev statû tunebe wê pirsgirêkên dijwar di nava beşdarê tifaq û blokê de derkevin. Di ve mijarê de pirsa yasayîbûn û illegalitê wê bi her awayî derkeve pêşiya Kurdan. Partiyên ku ne yasayî ne nikarin fermî beşdarî hilbijartinan bibin, ew mafê wana tüneye lê komel û tevger dikarin piştgirtiya Blokekî hilbijartinê bikin. Disa tê zanîn ku hemû partiyên ku yasayî hatinê damezrandin nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Ji bona vî mafî werbigirin jî divê partiyêke siyasî li gelek bajêr û bajerokan xwe bi rêxistin bike. Gava ku mirov li gora van rastiyan siyasetê bike û bixwaze beşdarî hilbijartinan bibe, tu partiyên ku li ser xeta netewî ne îro nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Ev maf dibin van şert û mercan de bi hêsanî îro realize nabe. Lê gava ku em hinek pirsgirêkên navxweyî çareserbikin, ev mafê hilbijartinê dı pêşerojê de dikare bi hawayekî demokratik çareser bibe.

Dîsa divê em bizelalî li ser pirsa parlamento û şaredariyan gelekî eşkere rawestin. Em weke PDK-T rast nabinin ku beşdari hilbijartinên parlamento bibin û bi sondên Kemalist û Tirkperwer sozan ji raya giştî re bidin. Em dibin van şert û mercan de tenê namzetên şaredariyên welatê xwe ne.

Li aliyê din jî pirsa hilbijartinan, blok û tifaqan ne pirsgirêkek matematik- teknîkî ye. Divê partiyên me xwediyê program, helwest û siyaseteke netewîbin. Di van tevgirêdanan de Kurdayetî li pêş be. Mirov dikare ji bona van armancan fedakariyê bike, siyasetê bike, lê Kurd nikarin tenê ji bona çend dengên tê û çend dengên min bên cem hevdu siyasete bikin. Di encam de emê çend dengên bêarmanc û bêrûh binin cem hevdu û blokên bêarmanc ava bikin. Armanc divê ne ev be. Kurdên li Bakurê Kurdistanê hewcedariya wana bi rûhêke netewî, demokrat, ji ezezitiyê dûr û realist heye. Ji bona vê yekê jî armanca blok avakirinê divê ne tenê hilbijartin be, -armanca ji vêna hîna mezintir jî- divê bibe pirsa yekrêzî, tifaq û hevkariya Kurdên netewperwer.

Em PDK –T (Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê) li ser vî bingehî dikarin beşdari tifaq û blokên hilbijartinan bibin. Em amade ne ku her fedakariya ji bona doza Kurdan bikin lê em ne amadene ku hinek mirov an jî rêxistin doza piroz ji bona berjewendiyên xwe bikarbînin. Li ser navê sîyaseta Kurdan mafê tu kesî tüneye ku nirxên siyasi û netewî biavêjin nava lingan û di nava siyaseta netewî de xwe weke Kitana Hemedanê nişan bidin. Her kes bila cihê zanibe.

17.01.2018

Şerefxan Cizîrî /Alikarê Serokê Giştî yê PDK-T

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin