Li ser peymana YNK û Goran

Li ser peymana YNK û Goran

Ji vê seatê şûnde Kurdên Kurdperwer û niştimanperwer ji gava dewletbûnê wek misqalekê bi paşde wê gave neavêji

A+A-

Şeyhmus Özzengin

Berî bi çend rojan di navbera YNK û Tevgera Goran de peymanek rêxistinî hate îmze kirin. Bi qasî ku ez dizanim, grûbek ji rêvebirên YNK dijî vê rêkeftina bi Tevgera Goran re helwest girtin û li dij derketin. Xuya dike ku ev rêkeftina di navbera Goran û YNK de hate îmze kirin, wê hejmarek serkirdeyên YNK ji dijî tevgerê bihêle.

Peyman li bajarê Silêmanîyê, li mala Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talabanî hate îmze kirin.(!) Armanca vê peymana rêkeftina di nava Goran û YNK de, bi helwesta Îran î li henber Kurdistan ve girêdayî ye. Wek ku em dizanin di heman demê de Serokê îstihbara Îran Dr. Ayettullah Seyîd hat Kurdistan û dest bi dan û stendinan kir. Di zîyareta Dr. Ayettullah Seyid de du mesaj derketin hole:

1.Divê Kurd dev ji referandûm û îlan kirina dewletê berdin. Pirsgirêkên xwe bi dewleta Îraq re çareser bikin û nebin sebebê perçekirina İraq.

2.Divê pêşîya Mesût Barzanî bêt girtin û ji serokatiya Başûrê Kurdistan bi dûr keve. Armanca Îran î di van herdû xanan de û armanca rêkeftina ku di navbera Goran û YNK de hatîye îmze kirin, xizmetê ji eynî armancê re dike.

Di navbera xanên rêkeftina wan de jî ev eşkere wek helwestek dijî PDK û Serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî eşkere xuya dike. Pêşî lêgirtina dewletbûna Kurdan, bi dûrxistin û dijminayîya Mesût Barzanî ve girêdayî ye! Di her dema ku Pirsgirêk a çûna referandûmê û îlankirina dewlettek serbixwe derdikeve pêşiya Kurdan, Îran dikeve dewrê û destdirêjayîyan dike(!) Helbet Îran dijmine û divêtîyên dijminatîyê tine zîman.

Mixabin a xerab ewe ku hêzên Kurd (YNK, Goran, PKK) bi devekî hevpar, herkes ji cîhê xwe tevdigerin û astengan derdixin pêşîya hewldanên referandûmê û îlankirina dewletek serbixwe. Di vî warî de tenê gotinek heye: Ji vê seatê şûnde Kurdên Kurdperwer û niştimanperwer ji gava dewletbûnê wek misqalekê bi paşde wê gave neavêjin. Bi paşde gavavêtin, wendakirina wan e.

Ev tiştên ku ev tevgerên ku li jor min nave wan nivîsîye, dive baş bizanibin ku mesûlîyeta vî tiştî di ware netewî de pir giran e. Divê mesûlîyeta vê helwesta xerab bigirin ser xwe. Divê ew serkirdeyên di nav YNK de ku li dijî vê rêkeftina bi Goran re ne, gotina xwe bêjin, sebeban deşîfre bikin. Di vir de jî berpirsiyarîyek niştimanerwerî heye.

20.05.2016 . 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin