Li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê raportek balkêş hat belavkirin

Li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê raportek balkêş hat belavkirin

.

A+A-

Li Amerîkayê ji aliyê saziyeke ramanî derbarê pêwendiyên her du welatan de raporteke balkêş hate ragihandin û di raportê de tê gotin ku Tirkiye Amerîkayê weke gefekê dibîne 

Di heyama ku Tirkiye her hewl dide bi Amerîkayê re pêwendiyên xwe baş bike li Amerîkayê ji aliyê saziyeke ramanî derbarê pêwendiyên her du welatan de raporteke balkêş hate ragihandin û di raportê de tê gotin ku Tirkiye Amerîkayê weke gefekê dibîne û ji rêveberiya Joe Biden tê xwastin ku dorpêçên heyî ser Tirkiyê berfireh bibin. Li ser vê raportê hin pispor dibêjin fişarên Amerîka dê Tirkiyê neçarî nêzî Rûsya bike. Hin alî jî dibêjin bi vê raportê Amerîka dibêje Tirkiyê êdî tu welatekî navendî nînî ji bo Amerîkayê.

Li Amerîkayê ji aliyê saziya ramanan a bi navê Enstîtûya Brookingê ve derbarê Tirkiye û pêweniyên wê yên bi Amerîkayê re raporteke balkêş hate belavkirin.

Di raportê de tê gotin ku Tirkiye Amerîkayê weke gef û kêşeyeke navdewletî dibîne û hişyarî ji bo rêveberiya Amerîkayê tê dayîn ku ger pêwendiyên bi Tirkiyê re baş bin dê Tirkiye Deryaya Spî hewlên xwe yên şerker û rê li ber aloziyan vedike zêdetir bike. Herwiha bang ji Joe Biden tê kirin ku pêşiya polîtîkayên Tirkiyê yên dibe sedema dilgiraniyê bi fişaran bê rawestandin û ji ber kirîna mûşekên S-400 bandor û çarçoveya gemaroyan ser Tirkiyê bê zêdekirin.

Derbarê vê raportê de Prof. Dr. Seyfettîn Erol dibêje di nava rêveberiya nû ya Amerîkayê de bereyek heye ku bi fişaran dixwaze pêşiya polîtîkayên Tirkiyê bigre û ev raport jî nîşaneya vê yekê ye.

Prof.Dr.Seyfettîn Erol ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha li Amerîkayê li dijî Tirkiyê du nêrînên ji hev cuda hene. Aliyekî nêrînek dixwaze bi Tirkiyê re li ser her mijarê li hev bike û giringiyê bide Tirkiyê. Aliyekî jî nêrînek heye ku dixwaze fişar û gemaroyên li ser Tirkiyê zêde bikin û di warê aborî de destê Tirkiyê girêbidin ku Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yên derve berde. Ev raporta dawî jî vê yekê nîşan dide. Lê bihêzbûna ev nêrîna duyem dê Tirkiyê neçarî nêzîkê Rûsyayê bike.”

Hin pisporên ku balê dikşînin ser kêşeyên navxweyî û derve yên Tirkiyê jî dibêjin bi peyam û raportên dawî Amerîka ji Tirkiyê re dibêje êdî tu weke heyama Trump de ji bo me ne girîngî û welateke navendî nînî.

Şarezayê Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê Şanli Bahadir Koç ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Bi vê raporta dawî rêveberiya Biden peyamekê dide Tirkiyê û dibêje êdî hûn ji bo me evqas welatekî jêneveger û navendî nînin. Di heyama ku Tirkiye di politikaya derve de, di warê aborî û siyaseta navxweyî de tengav bûye rikeberiya bi Amerîkayê re ji zerarê wêdatir tiştekî nade Tirkiyê. Yanê ev raport û daxuyaniyên dawî yên Amerîkayê nîşan dede ku êdî pêwendiyên şexsî navbera her du dewletan de bidawî bûne.”

Herwiha Tirkiye ya ku ji ber kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê ji bernameya hilberîna firokeyên F-35 hatibû derxistin ji bo ku careke din beşdarî vê bernameyê bibe bi kompanyayeke Amerîkî ya Hiqûqê re ji bo 6 heyvan bi qasî 750 hezar dolaran lihev kiriye ku li Amerîkayê hewl bide ku Tirkiye careke din beşdarî vê bernameyê bikin. Lê belê Amerîka her bibiryarî dibêje ku lazim e Tirkiye mûşekên S-400 di destê xwe de derxîne da ku bikaribe beşdarî vê bernameyê bibe.

 Vural Erişmiş/K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin