Ednan Bedreddîn

Ednan Bedreddîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser pêşeroja Kurdistana Rojava (2)

A+A-

 

Lê gelo çawe mirov dikare "xweseriya demokrat" bi "projeyeka bê perspektîv" bi nav bike dema ku wê, di heyama bêhtir ji du salan de, weke hêzeka zindî di meydanên şerê dijî terrorê de xwe bi xurtî da çesipandin, û di dema ku herdû hêzên mezin ên cîhanê (Amerîka û Rûsiya)  ji bo qezenckirina rezamendiya hêzên wê yên leşkerî (YPG û YPJ) di nav pêşbirkeka germ de ne? Ma gelo rêverberiya Barack Obama bi zelalî aliyê PYD negirt dema ku serokê Tirkiye Recep Tayyib Erdogan ew xiste ber hilbijarde ya "Hun bi me re ne, an bi wan re ne!"? Alîgirên "Rêveberiyê" gelek "argumentên" dî datînin ser masê, mîna seredana Brett H. Mc Gurk jibo Kobanê û çavpêketinên wî li gel hinek ji berpirsên "xweseriya demokrat", alîkariyên leşkerî yên amerîkî jibo YPG û YPJ, her çend ku ew weke alîkarî jibo Hêzên Sûriye Demokrat (HSD) tên bi lêvkirin, sûrbûna Rûsiya li ser beşdarbûna PYD di giftûgoyên Geneva de û nebeşdarbûna wê weke "nebeşdarbûna kurdan" bi nav kirin. Erê ev rêveberî heta niha "de facto" ye, piştevanên wê dibêjin, lê ma Kurdistana Iraqê jî gelek salan ne di heman rweşê de bû? Ew baweriya xwe derdibirin ku "xweseriya demokrat" dê herî dawî biserkeve û ew dê Kurdistan û seranseriya herêma Rojhilata Navîn bike "Bihişteka rasteqîne" jibo demokrasî û biratiya gelan?!

Bi Baweriya min çar sedmên sereke dihêlin ev rêveberiya ku PKK li Kurdisana Rojava ragehendiye bê perspektêv û katî* be ku mirov dikare wan li jêr van navûnîşanan bicivîne: tunebûna piştavaniya gel, girêdan bi acendayên derve ve, pirsgirêka nasnameyê û û retorîka idiyolocî.

Tunebûna piştevaniya gel

Ev dîtin gelekî alîgirên rêveberiyê dilgiran dike. Bi boçûna wan xwedyê dîtinên wisa, yan rewşa Kurdistanê nizanin, an jî nehezkirên "tevgera rizgariya gelê Kurdistanê ne" û çavên wan bi "serkevtinên" wê bar nabin. Lê rastiya herkesê rewşê ji nêzîk ve dişopêne dizane ewe ku piştvanî jibo projeyya PKK li Kurdistana Sûriye, bi tu şêweyî, sînorê 20%  derbas nake, ango piraniya herî pir ji gelê "Rojava" vê rêberiyê naperjîne û ne bi wê re ye. Hun argumentan jibo çespandina vê nerînê dixwazin, fermo tenê hinek ji wan:

Ji nêzikî du sal û nîvan ve, ango ji damezrandina xwe ve, rêveberiya xweser bi tu çalakiyeka girseyî ne rabûye, bi ser ku weke baş tê zanîn PKK xwediyê "dibistaneka siyasiye" kû kombûnên cemawerî weke yek ji giringtrîn rêyên tekoşînê û çavkaniyeka sereke jibo bidestxistina "rewayetiya şorşgerî" dibîne. Heta, pîrozbahiyên duyemîn salvegera rêveberiyê di salonên girtî de hatin birêvebirin. Hewldanên PYD jibo bikaranîna bûyrên Kurdistana Bakur jibo civandina cemawer di jêr drûşma piştavanî li gel bajarên Bakur de ku tûşî êrîş û wêrankirinê ji aliyê dewleta tirk ve hatin bê encam man, bi ser ku gelê Kurdistana Sûriye doza xuşk û birayên xwe li Bakur weke doza xwe dizane. Beşdarbûna pirtir ji 600 000 kesî di hilmeta piştavaniya desteya ENKS jibo Geneva sêyan de argumenteka dî ya diyare jibo nepejrandina vê rêvebrî û xwediyên wê ji aliyê gelê Kurdistana Rojava ve. Lê tiştê ku herî dûrketina vê rêveberiyê ji hêvî û daxwazên gel nîşan dide, siyasetên wê yên dijwar û bê serûber li hemberî heman gelê ku gelekî bi navê wî diaxve, mîna ferzkirina baceyên giran. Revandin, girtin, dûrxistin, zîndankirin û heta kuştina rikeberên siyasî. Astengkirina karê rojnamavan, nivîskar û qedxekirina kanalên tv ku beşekî biçûk ji rastiya rewşa xirab ya gel eşkere dikin alêyekî dine ku rastiya gotinên me yên jor diçespînin. Desthilatên demokrat û helbijartî siyasetên weha li hemberî gelê xwe birêvenabin. Eger biraderên me di rêveberiyê de bixwazin, dikarin dezgeheka lêkolînên raye giştî mina TNS Gallup vatîne bikin jibo derxistina rastiya piştvaniya gelêrî ji rêveberiya wan re. Ev pirs bi hinek pere tê pêkanîn û pereyên hevalan di dema dawî de pirin.

Girêdan bi acendayên derve ve

Girêdan bi hêzeka mezin ve taybetmendiya kemû rêxistinên totalîtar e. Ev cure rêxistin gel ne weke çavkaniya rewatiyê dibînin. Ew gel behtir mîna "keriyekî winda" kû pêwîste bête "perwerde kirin" û rêya "rastiya bêgoman" a kû "rêberê bêhempa" xêz kirye pê bête nîşandan. "Rêber" pir behsa gel dike, lê mebesta wî bi wê "gelê wî" yê taybet e, an ku ew beşê gel kû xwe weke endam di "keriyê kontrolkrî" de dibêne, ne mîna hêmanekî çalak (aktorkî aktîv) ku dîrokê diafirîne. Lê pirsgirêk di wê de ye kû "gelê rêber" herdem kêmîneyeka (minority) gelek biçûk e li hemberî piraniyeka (majority) dijber an gomanber , ku bêdengkirina wê dibe armanc rêber û rêxistina wî ya herî sereke . Di dewletên totalîtar de, ev pirsgirêk hesan tête çareserkirin bi rêya bikaranîna dezgehên dijwariyê (şiddet, tundûtujî, violence) bi awayekî hovane û serberdayî. Li gor yasayên navdewletî monopola dewletê ya bikaranîna dijwariyê di çarçeva sînorê disthiladarya wê de bi armanca peydakirin û parastina aramî û ewlakariyê heye. Lê dewletên totalêtar vî mafî ne jibo vê mebestê, lê jibo berjewendiyên elîtên xwe yên siyasî bikartînin. Rêxistinên totalîtar jibo ku şiyana (îmkan) dewletan nînin, nikarin bi hêza xew ya taybet bi vî karî rabin û di dumahiyê de xwe mecbûr dibînin ku alîkariyê ji hêzên mezin bixwazin jibo ku bikarin li ser piyan bimînin. Hêzên mezin weke ku hemû mêjû ya mirovayetiyê nîşan dide ne klûbên xêrxwazin, û ji ber vî tiştî, rêxistina mijara gotinê, ji dema ku azadiya xwe bi dabînkirina alavên mayîne diguhere, dibe dûvik û alavekî biçûk di lîstik û cengên "mezinan" de.

Mixabin, hemû dîroka PKK nimûneyeka diyare ji wêneya ku li jor hate raxistin. Di dawiya salên heştêyan de ji sedsala bûrî, kesekî ji desthiltdarên Tirkiye yên wê demê nexwest bikeve têkiliyê bi Abdullah Ocelan re, her çendî ku rexistina wî gelekî li ser xwe û bi hêz bû. Tirkan Hafêz Esed hilbijart jibo ku dizanîn çarenivîsa Ocelan û şoreşa wî di destên dîktatorê Şamê de ye. Hemû kurdên me vê çîrokê dizanin û pêwêstiya dûbarekirina wê tune ye.

Niha jî delîve ya dubarekirina heman çîrokê heye, eger tekoşerên di nav PKK de, ku bi hezaran e, berbednekê nedeynin ji vê siyaseta girêdanê û xwesipartinê re ku dibe sedema rijandina xwîn û dijwariyê, û rijandina xwîn dijwariyê ku vê girêdanê behtir bi hêz dike.

Zaniyariyên bêhtir li ser vê babetê hûn dikarin di lînka jêr de bixwênin:*

http://rudaw.net/kurmanci/opinion/170220141

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin