Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser paşeroja Kurdistanê pêkerê herê metirsîdar neyekrêzîya nav mala K

A+A-

Berê ewilî, taybetî dema xwendevanî û di xortaniyê da wekî gellek kesên welatparêz min jî bawer dikir, ku berî hemû pêkeran (faktor) jeopolitîka Kurdistan’ê asteng e, li ber serxwebûna Kurdistanê.

Pişavtin (asimilasyon), parçekirina welatê Kurdistan’ê di navbera çar dewletan da, daku em dizanin ti deriye wê yekser venabe bona qada navdewletî, bo mînak bona qada deryayê navdewletî, dorpêçkirina wê bi dewletên dagirker va, wê demê bona me astengên herî xeter bû li ber dewleta Kurdistan’ê.

Bêguman dagirîya wê, herweha parçekirina wê, daku her parçeyek vebestîye bi dewletek dagirker va û bandora çand û hişmendîya neteweyên serdest li ser çand û hişmendîya kesên Kurd, navendîparêzî û siyaseta aborî ya van dewletan, her yek ji van pêkerên girîng in, ku dibin asteng li ber pêkhatin û bihêzbûna hişmendîya neteweyî.

Lê paşê, bi demê va, taybetî bi naskirina rewşa siyasî û hêzên siyasî û liv û tevgerên wana, bawerîya min guherî, min dît ku neyekrêzîya siyasî ya partiyên Kurdistanî pêkera herê xeter e, li ber serxwebûna dewleta Kurdistanê.

Bila bawerîya we hebe, eger yekrêzîya nav mala Kurdî hebûya, bona doza Kurd û Kurdistan’ê nehevkarî xeta sorbûya, berjewendiyên gele Kurd biketa pêşîya desthelata partîyan û ev hişmendî (şuur) serdestbûya li ser karûbarê siyasî, nebûna deriyê yekser bona qada navdewletî nedibû kelem, li ber dewleta Kurdistan’ê.

Divê em li xwe mukir bêne, ku mixabin ev hişmendîya neteweyî û welatparêzî hêj ne di wê astê da ye.

Gellek mînak hene, li her çar parçeyan rewş û pêywendiyên hêzên siyasî asteng û xeterên li ber dewleta Kurdistan’ê.

Ango, xeter mezin ji rewşa navxweyî têt, ne ji jeopolitîka Kurdistan’ê û derva.

Wekî tirkan nabe em sedemên hemû pirsgirêkên xwe bi fêla hêz û dewletên dagirker va girê bidin.

Tirk weha ne, liderva sebebên hemû pirsgirên xwe digerin, bi ya wana eger “hêz û dewletên xêrnexwaz” nebin, li Tirkîyê pirsgirêk nabin!

Em jî gellek caran destêwerdana dewletên wekî Îran û Tirkîyê sedema herê girîng dibinin, heta bona hinekan eger ev herdu dewlet nebin, di siyaseta Kurdistan’ê da pirsen navxweyî nabin, hêzên siyasî dê kanibin yekrêzîya xwe pêk bînin!

Ev nirxandinek e, ti cara nehatiye ceribandin, herweha ez ne li gel vê bîr û boçûnê me

Li gel rewşa îro ev rastîyek berbiçav e, ti kes nikane destêwerdana her du dewletên dagirker nebîne, mandele bike (înkar kirin).

Ev rastiyek e, lê ji vê mezintir ratîyek din heye, ku eger di nav mala Kurdî da pirs nebin, bila ew tim bixwazin destêwerdanê bikin, bi ser nakevin.

Mixabin, li her çar parçeyên Kurdistan’ê taybetî helwesta hinek hêzên siyasî xizmeta yekrêzî nakin, berevacî dibin sebeba qetbûnê, ji hevdûrketinê.

Herweha, divê em xeterek din jî bibinin, ev helwesta newelatparêzî didefîne, ku peywendiyên hinek hêz û partîyan bi dewletên dagirker va watedar bibin.

Rewşa bakurê Kurdistan’ê li ber çavan e, PKKê tene bi sere xwe li helekê ye, yen din hemû li hêlekê.

Li Rojavayê Kurdistan’ê, hinek geşedanî û pêywendiyên hêvîdar tên bihîstin, lê ti encamên mirov pê şa bibe derneket.

Heçku şerekî giran heye, hevkarî û yekrêzî bona serketinê gava ewil e û gellek mînakên neyini hene, ku siyaseta rojavayê Kurdistanê bona paşerojê jê ders bigre.

Hemû cîhanê banga yekrêzîyê kir, lê PYD ev bang nebihîst, paşguh kir, xwe spart gellek sedemên nerast û hevkarîya nav mala Kurdî pêk nehat.

Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) , daku ew bi hemû hêza xwe alîkarîya YPGê dike, wê jî xwest ku TevDem û ENSK lihev bikin, pêşmergeyên rojavayê Kurdistan’ê bikevin nav axa Rojava, lê PYD û YPG nexwest, sebebek sosret derpêş kir û angaştin (îdîa kir), ku “ eger pêşmergeyên rojavayê Kurdistan’ê werin, di navbera YPGê û wana da şer dê derkeve, ew nikanin şerê DAİŞê bikin.”

Li ser vê DYA dev jê berda, ji ber ku têkçûna DAİŞê girîngtir e, bona DYA.

Serok Barzanî bi dehan caran bang kir û got, “yekrêzîya xwe pêk bînin her çi alîkarî pêwîst be ew dixwaze bike”, lê PYD xwe neda ber û ew û bi hinek derdorên kêmjimarên din va ma, her roj law û keçên Kurd jîyana xwe ji dest didin, paşeroj jî ne dîyar e.

Li başûrê Kurdistan’ê, bi krîza siyasî, divê em li xwe mukir bên ku hêvîyên me şikest xwar.

Bi damezrandina Tevgera Gorran’ê hêvîyekê aj dabû, ku êdî dê rikeberî hebe, hikûmet dê kare xwe bi rêkûpêkî bike, lê mixabin berevacî rûda, kriza siyasî kûrtir bû.

Nearamîya nav YNKê jî pêkerekî girîng e, ku ew li başûrê Kurdistanê krîzê siyasî firehtir dike.

Partîya Demokrata Kurdistanê desthelat e, berpirsyarê herê pêştir ev e, krîzik heye û bi salan berdewam e; him parlement û hikûmet û him jî rewatîya seroktîyê di nav gengeşiyê da ye, ev hemû dibin sedem bêhêvîyê, bona paşerojê.

Gotina dawî, neyekrêzîya nav mala Kurdî, li her çar parçeyên Kurdista’ê jî sedema herê bi xeter e li ber paşeroja Kurdistan’ê.

Ev, bona dewleta Kurdistan’ê jî xetera herê mezin e, ne jeopolitîka Kurdistan’ê, beşik ev jî sedemek gellekî girîng e, lê pêştir neyekrêzîya nav mala Kurdî ye.

07.09.2016/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin