Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li ser encamên rapirsînê

A+A-

 

Encama ne fermîya rapirsîna li Tirkîyê hat daxuyandin, ji 174 456 sindoqan 25 156 680 (51,4%) dengê „erê“ û 23 777 014 (48,6%) dengê „na“ hatin jimartin.

Farqek hindik, 1 379 846 deng hene di navbera dengê „erê“ û „na“ da, wate ji vê ferqê, nêzikî 700 hezar deng ji hêlekê bona hêla din bihatana dayîn, encam berevacî dibû.

Bê guman ev şîroveyek teknikî ye, mebesta min bal kişandina encamê ye, weha dixuye ku ev ferq dê di paşeroja vî welatî da bibe sedemên gellek pirsgirêkên siyasî, di navera desthilatê û rikberîyê (muxalefet) da.
Li Tirkîyê hilbijêrên rasyonel gellekî kêm in, li ser jîyan û ramana keseyatî bîrdozî, layengirî û partîgirî karîger e, herweha di civakê û siyasetê da çanda toleransî ne dewlemend e.

Bê guman, têt payîn ku mirov rêz li encamên hilbijartinê bigre, ger hilbijartin paqiş be, ji hilbijartinek paqiş wate; hilbijartinek dadmend (adîl), di rewşek serbest da û bi derfetên wekhev bêt kirin e.
Ger ne weha be, encamên wê hilbijartinê her tim sedema gengeşiyê ye, li se rewatîyê mij dê hebe.

Hêj encamên rapirsînê nehatibûn daxuyandin, berdevkên rikberîyê bi helwestek tûnd ragihandin, ku ewê ser li Saziya Bilind ya Hilbijartinê (SBH) bidin, eger pêwîst be dê heta Dadgeha Mafên Mirovan jî herin.
Piştê daxuyandina ne fermî jî, dîsa rikberîyê, serokê Partîya Komarîya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu û berdevkê Partîya Demokratîka Gelan (HDP) Osman Baydemir ragihandin, ku ev encama rapirsînê nerewa (meşrû) ye, heta Kilicdaroglu gavek din pêş da çû û got; eger rapirsîn neyê betal kirin, ew encamê rapirsînê napejirînin (qebûl nakin).

Agaşta rikberîyê, teybetî di barê zerfên mornekirî da ye, zagon gellekî vekirî ye û pêdivîya şîroveyê nîne, xala zagonê weha hatiye tanzîm kirin; „dengên zerfên mornekirî nayen jimartin“, bi qasî têt gotin, di rapirsînê da gellek zerfên mornekirî hatine bi kar anîn.

Berê jî hinek biryarên SBH û Dadgeha Makezagonê hene, di barê hilbijartinên berê da ku hatibûn betal kirin, ji ber zerfên mornekirî bi kar hati bûn.

Mirov dikane bêje, ku ev encam, bêşik bi hiqûkî derbasdar (muteber) e, lê di hêla siyasî da dê deriyê gengeşiyên gellekî fireh veke.

Mebesta min ne hinek hûrgilên teknikî ne, herweha dixwazin balê bikşînim ser hinek encamên rapirsînê bona bakurê Kurdistan’ê.

Yekem, rêjeya beşdarbûna rapirsînê bigiştîya Tirkîyê 85,3% ye, lê li bakurê Kurdistan’ê, taybetî li rojhelatê Ferat’ê bi radeyek balkêş ji rêjeya Tirkîyê hindiktir e, ango hinek dengdêr neçûn ser sindoqan û dengê xwe bikar ne anîn.
Şîroveyek hevpar e, ku ev dengdêr, ji ber wêrankirina hinek bajarên bakurê Kurdistan’ê koçbere herêmek din bûn, an nexwestên dengê xwe bikar bînin.
Bê guman, divê em behsa „boykot“ê jî bikin, ku hinek derdorên siyasîyên bakurê Kurdistan’ê bangê „boykot“ê kiribûn, taybetî li facebookê helmetek fireh hebû.

Du, li bajarên bakurê Kurdistan’ê, bigiştî rêjeya dengê „erê“ di navbera 5% û 20% bilind bû, ji encamên hilbijartina dawî ya yekî mijdara sala 2015an, lê divê em zanibin ku ferqa hilbijartin û raypirsînê heye, taybetî di pêşwazîkirina dengdêr da.
Bê guman, divê em bala xwe bidin hinek layên din, ku taybetî piştê hilbijartina yekî mijdarê dewletê bi hemû hêza xwe, berê xwe da bakurê Kurdistan’ê bi dehan bajar hatin wêrankirin, bi hezaran kes hatin kuştin û bi sed hezaran kes bê xanî û stargeh man.
Herweha çewsandinek gellekî giran li ser HDP dest pê kir, him serokên partiyê û him jî parlementer hatin şandin bona girtîgehan û li ser pirranîya şaredarîyan kayim hatin pişandin, bêşik ev hemûyan li ser encamên rapirsînê kariger bûn.
Wekî têt zanîn, rapirsîn di bin şert û mercên Rewşa Awerte (OHAL) da hat kirin.

Sê, encamên rapirsînê dide zanîn ku destê R. Tayyip Erdogan wekî hêvî dikir dê bihêz nebû, ev bona bakurê Kurdistan’ê û herweha bona bigiştî Kurdistan’ê girîng e, ji ber ku dê herdem têkilî û karîgerîyek erênî ra vekirîbe.

Çar, şiriktîya R. Tayyip Erdogan bi Partîya Bizava Neteweyî (MHP) va têk çû, her çiqasî bilêv nakin jî ev rastiyek encama rapirsînê ye, umrê şiriktîyê gellekî kurd bû, ev jî pêşveçûnek erênî ye.

Pênc, wekî li jor jî hat nivîsandin, li herêma Kurdistan’ê rêjeya dengên Erdogan hinek zêde bûn, bi bawerîya min du wateyê vê hene; yek jê, hêj jî hêvîya parek ji gelê bakurê Kurdistan’ê bona çareseriyê ji Erdogan qutnebûye; du, Kurd dikanin alîkarîya Erdogan bikin bes divê ew rêz li vê bigre.

Şeş, encamek din ya rapirsînê, giringîya dengên bakurê Kurdistan’ê berbiçav kir, taybetî ew çespandin bona têkiliyên başûr û rojavayê Kurdistan’ê girîng e.

Heft, ger li bakurê Kurdistan’ê yekrêzîya siyasî hebe, destê Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistan’ê dê di hiljartina seroktîyê ya sala 2019an da bihêztir bibe, ev derfetek e divê bikar bê.

Heşt, bawerim hinek kes dê ji vê gotina min aciz bibin, lê dîsa divê ez bêjim, min berê jî nivîsa bû; bi ya min, „emê te nekin serok (seni başkan yaptırmacağız)“ne rasyonel bû, gelê bakurê Kurdistan’ê bedelên giran dan.

Ya rast ev e, ku her kîjan partî û hêz dibe bila be, divê bi berpirsyarî tevbiger e.
18.04.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin