Li ser doza Osman Baydemirî DMMEê ceza da Tirkiyê

Li ser doza Osman Baydemirî DMMEê ceza da Tirkiyê

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser doza Baydemîrî ku bi hinceta axaftina xwe doz jê re hatibû vekirin û parêzera wî jî ew doz veguhestibû DMME biryar da.

A+A-

Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemir, li ser kuştina bi çekên kîmyewî yên 10 kesan ku 5 ji wan zarok bûn axaftinek kiribû. Ji ber vê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê bûbû gilîdar û doz hatibû vekirin.

6. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê jî Baydemîr darizand û bi tawana 'pesindayîna sûcê û sûcdaran' 2 meh ceza dabû Baydemîrî.

Parêzera Baydemîrî Reyhan Yalçındağ jî îtîraz lê kiribû lê nehatibû pejirandin. Li ser vê yekê Yalçındagê doz derbasî DMMEyê kir.

DMMEê bi çerçoveya azadiya ramanê û vegotina fikrê doz mafdar dît û Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. Tirkiye dê 2 hezar 975 Euro, tezmînat û hezar Euro jî lêçûnên dozê qerebûyî Baydemîrî bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin