Li ser destûra Sûriyê jî nakok in!

Li ser destûra Sûriyê jî nakok in!

Nerînên aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser civînên Astana 13, ji hev cuda ne, bi taybet derbarê di pêkanîna Komîteya Destûrî de.

A+A-

Nerînên aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser civînên Astana 13 ji hev cudane, bi taybet derbarê pêkanîna Komîteya Destûrî de.

 

Di daxuyaniya dawî ya civînên Astana 13 de, aliyên beşdar li ser çend xalan li hev kirin ku tê de tekezî li ser redkirina her cureyekî otonomiyê li Sûriyê kirin ku ev jî amajeyeke eşkere ji bo Rêveberiya Xweser e. Ev di demekê de ye ku Komîteya Destûrî li ber amadekirinê ye ku destê her sê welatên garantor ên Astanay  li ser wê komîteyê serdest e.

 

Hevserokê Ofîsa Saziyên Karûbarên Mirovî, Xalid Îbrahîm dibêje: “Gelek aloziyên vê meselê hene kesek negihaye vê asta ku destûr binivîsênê, ne Tirikiyê û ne rêjîm yan Rusya yan Amerîka ji xwe re çend kesan diyar bike, ji xwe Amerîka jî di wê derbarê de hîn bê hewlêst e ev jî nîşanek neserkeftina Astana ye.”

 

Tevî ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) beşek ji opozisyona Sûriyê ye, herwiha endama wan di nav civîna Astana ya 13an de beşdar bû, lê bi nerîna nivîsgeha yasayî ya ENKSê, Komîteya Destûrî di bin siya Neteweyên Yekgirtî û Encûman Ewlekariya Navdewletî de, dê rehetiyeke bêtir bide Kurdan.

 

Endamê Ofîsa Yasayî ya ENKSê, Ridwan Sîdo têkildarî vê mijarê got: “Em dibînin ku pirsgirêka Sûriyê gerek li Cinêvê bê çareserkirin di bin siya NY û biryarên Encûman awlekarî ,em dixwazin destûr li bin siya NY û Encûmena awlekariyê be ji ber ku wê nerîna wan arênî be bihêtir ji ya welatên garantorê Astanyê.”

 

Komîteya Destûrî ya Sûriyê li ser bingeha hikûmet û opozisyon û civaka sivîl a Sûrî tê dariştin, wate ti hesabê taybet ji bo pêkhateyan di nav de jî Kurd nehatiye kirin. Lewma jî kesayetiyên siyasî û civakî bawer nakin ku wê Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ti mafên xwe yên rewa di nav destûra ku wê bê daraştin de, bi cih bikin.

 

Endamê Encûmena Êl û Eşîrên Rojavayê Kurdistanê, Ferhad Deqorî tekez dike: “Li vê deverê Ereb û Seryan jî bi me re hatin şewtandin ji ber ku kurd bi yek nerînê nûneratiya me nakin ev 70 salin daxwazamafê kurdan dikin û li ser mesleyek weke vê lihev nakin Rêveberiya Xweser ku Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdar e, di krîza Sûriyê de xeta sêyem hilbijar, di demekê de ku Komîteya Destûrî li ser bingeha hikûmet û opozisyonê tê amadekirin, anku aliyekî  sereke li Rojavayê Kurdistanê wê li derveyî vê komîteyê bimîne.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin