Li Rûsyayê Kurdek weke endamê parlamentoyê hat hilbijartin

Li Rûsyayê Kurdek weke endamê parlamentoyê hat hilbijartin

Li Krasnodara Rûsyayê, sêyem car e Kurdek dibe endamê Parlamentoya Xwecîhî ya Krasnodarê.

A+A-

 

Di partiya serdest ya Rûsyayê ye de, endamê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê Zoroyê Rostem, cara sêyem e weke endamê Parlementoya Xwecihî ya Krasnodar hat hilbijartin.

Zoroyê Rostem di sala 2010an de, bû namzetê Parlementoya Krasnodar û bi piraniya dengan, bû endamê parlementoyê. Cara duyem jî di sala 2015an de weke endamê parlementoyê hat hilbijartin. Cara sêyem jî, k udi 13ê Îlona 2020an hilbijartin hat kirin, li gor encamên destpêkê, Zoroyê Rostem bi rêjeya %72.78 deng bi dest xistin û car din weke endamê parlementoyê hat hilbijartin.

Krasnodar, yek ji parêzgehên mezin ên başûrê Rûsyayê ye. Li gor serjimêriya sala 2020an, hejmara nişteciyên wê, 932 hezar û 629 kes in û gelek Kurd li wir dijîn. Li gor serjimêriya sala 2010an, hejmara Kurdan li wî bajarî 10 hezar û 922 kes bûne, lê Kurdên li Krasnodar dibêjin; hejmara me zêdetirî 22 hezaran e.

Zoroyê Rostem di 14ê Cotmeha 1972yan de li gundê Heko yê Ermenistanê hatiye dinyê. Li ser zanistên aborî, bawernameya wî ya doktorayê heye. Yek ji kadroyên diyar ê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê ye, ku partiya serdest ya Rûsyayê ye û endamê fraksiyona heman partiyê ye li Parlementoya Krasnodar.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin