Li Rûsyayê kujerê sê endamên malbata Kurd hat desteserkirin

Li Rûsyayê kujerê sê endamên malbata Kurd hat desteserkirin

.

A+A-

Şeva 16ê Îlonê li Rûsyayê, dayîkek û kur û neviyê wê, li mala xwe bi awayekî hovane hatin kuştin. 

Li gundê Velçansko yê ser bi parêzeha Varonej a Rûsyayê, êrîşî malbateke Kurd hat kirin û dayîk û kur û neviyê wê hatin kuştin. Kesê ku êrîşî wan kir, welatiyekî Rûs ê nişteciyê wî gundî ye û gefa qirkirina hemû Kurdên li gund xwariye. Dema lêgerîna hêzên ewlehiyê ya Rûsyayê, tawanbarê kuştina malbata Kurd rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye, ji ber vê yekê tawanbar piştî birîndarkirinê, hat desteserkirin.

Şeva 16ê Îlona 2021ê li gundê Velçansko yê ser bi parêzgeha Varonej a Rûsyayê, dayîkek, kur û neviyê wê, li mala xwe bi awayekî hovane hatin kuştin.

Werdê, dayîka ku di bûyerê de kurê wê yê 5 salî û diya wê û birayê wê bûne qurbanî, ji K24ê re ragihand; bûka wan bi telefonê pêwendî pê re kirine û jê re gotine ku dayîka wê hatiye kuştin, dema Werdê gihiştiye malê, dîtiye ku dayîka wê û kurê wê û birayekî wê di nav xwînê de ne.

Du roj piştî kuştina sê endamên malbata Kurd, Victor Mirskov yê 54 salî, ku nişteciyê heman gund e, bi tohmeta kuştina Gulistan, Nadir û Ezîz, hat destesekirin, ku di dema operasyona desteserkirinê de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye û hatiye birîndarkirin.

Xwedêda, ku endamê malbata Kurd e û kurê Gulistan e, dibêje; beriya niha ti pirsgirêka wan bi kesekî re tunebû û ew nizane kujer tiştekî wisa kiriye.

Kurdistan24 pêwendî bi Komîteya Lêkolînê ya Varonej kir, lê amade nebûn li ser bûyerê biaxivin. Niha kesûkarên malbata Kurd li benda encamên lêkolînê ne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin