Li Rûsyayê di 24 demjimêran de 22 hezar û 778 kes bi vîrusa koronayê ketin

Li Rûsyayê di 24 demjimêran de 22 hezar û 778 kes bi vîrusa koronayê ketin

.

A+A-

Li Rûsyayê ji destpêkê heta naha cara yekeme di hejmara pêketiyên vîrusa koronayê hinde bilind dibe û di 24 demjimêran de 22 hezar û 778 kes bi vîrusa koronayê ketin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Rûsyayê milyonek û 948 hezar kesan borî.

Li gor daxuyaniya Navenda Pêşîgirtin û Kontrola Vîrusa Korona li Rûsyayê di 24 demjimêrên borî de hejmara kesên ji ber pêketina vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane 303 kes bûye û bi giştî jî hejmara kesên ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheştiye 33 hezar û 489 kesan.

Herwaha hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 22 hezar û 778 kes bi vîrusa korona ketine û bi gîştî jî hejmara pêketiyan geheştiye 1 milyon û 948 hezar û 603 kesan.

Hat ragehandin heta naha milyonek û 453 hezar û 849 pêketiyên vîrusa korona jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin