Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir

.

A+A-

Ji serê sibeha îro Sêşembê ve li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kir û xelkê wek nerazîbûnekê û nêşandana helwêstekê li beramber tundûtîjiyên hêzên hikûmeta Îranê li hemeber xwepêşanderan deriyên dikanên xwe venekirin.

Li gor wan videoyên ku belav bûne, li parêzgeên mezin ên Îranê yên wek, Tehran, Meşhed, Îsfehan, Kerec û Tewrêz û bajarên din ên ser bi wan parêzeghan ve dikan û bazar girtî ne.

Herweha li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kiriye û dikan û bazar girtî ne. Li bajarên Şino, Pîranşar, Mihabad, Bokan, Merîwan, Seqiz, Bane, Sine, Dêwlan, Dîwandere, Kamêran û Ciwanro dikan û bazar girtî ne.

Ev grev bi helkefta salvegera xwepêşandanên sala 2019ê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Biryar e ev grev heta 3 rojan berdewam be.

Di rojên bihorî de gelek bangewaz ji aliyê çalakvanên sivîl û mafên mirovan, hunermened  û kesayetên navdar ve li ser torên civakî hatibûne belavkirin ku têde daxwaz ji xelkê hatibû kirin, îro 15ê Mijdara 2022an di salvegera nerazîbûnên sala 2019 de ku li Îranê wek xwepêşandanên Abanê tê naskirin, bo dema 3 rojan li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tevli greveke giştî bibin.

Li aliyekî din ji roja Duşembê 14ê Mijdara 2022an Encûmena Hevahengiya Pîşeyî ya Mamosteyên Îranê ku yek ji mezintirîn seîndîkayên wî welatî ye, daxwaz ji hemû mamosteyan û xwendekaran  kiriye ji Sêşembiyê ve heta Pêncşemê dest bi grevê bikin û neçin ser klasên xwe yên dersê.

Heta niha li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî destpê kiriye û egera wê yekê heye ku ji nîvro û êvara îro ve xwepêşandana giştî dest pê bike.

Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî canjidestdana Jîna Emînî destpê kirine, derbasî roja xwe ya 60an bû. Li gor rêxistina mafên mirovan a Îranê, heta niha nêzî 330 kes di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane û nêzî 15,000 kes jî hatine desteserkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin