Li Rojhilatê Kurdistanê kevneşopîyên Kurdewarî tên vejandin

Li Rojhilatê Kurdistanê kevneşopîyên Kurdewarî tên vejandin

Çalakvanekî kulturî yê bajarê Merîwanê, di çarçoveya fîlmeke dokumêntarî de, merasîmên porseya jinxwazîyê heya veguhestina bûkê li ser şêwaza kevin nîşan dide.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gundên Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hewl tên dayîn, ku kultur û kevneşopîyên civakî yên Kurdewarî bi rêya merasiman û tomarkirina wan bi vîdeoyan û belavkirina wan weke fîlmên dokumêntarî bihê parastin. Wek çalakîya destpêkê jî, merasimeke dawetê û veguhastina bûkê li gor urf û adetên berê yên civaka Kurdan hat sazkirin.

Çalakvanekî kulturî yê bajarê Merîwanê, di çarçoveya fîlmeke dokumêntarî de, merasîmên porseya jinxwazîyê heya veguhestina bûkê li ser şêwaza kevin nîşan dide.

Ew merasima xwazgînîyê ku li navçeya Serşêwan ya Merîwanê hatîye encamdan, ne merasimeke rastîn e, lê belê ew merasîm di çarçoveya projeyeke hunerî de ye, ji bo vejandina çand û kultura kevin a civaka Kurdistanê.

Ev proje ji tomarkirina merasimên kevin pêkhatîye, beşa yekem a merasîmê, dîlan û veguhastine bûkê ye, ev fikra çalakvanê kulturî yê Merîwanê Celal Rawende.

Ligel temambûna xwazgînîyan , amadekarî bo veguhastina bûkê tên kirin. di veguhastinê de, piranîya xelkê navçeyê beşdar dibin.

Piştî temambûna mercên malbata bûkê, merasima veguhastinê destpê dike, veguhastin bi siwarkirina bûkê li ser hesp û hêstiran tê kirin. Zava lixava hespî ji bo mala xwe radikişe, li wê derê heft şev û rojan dîlan û aheng tên sazkirin.

Pêşwazîya mala Zava ji Bûkê jî li gor kevneşopîya civaka Kurdan, adet û merasimên xwe hene. Dema bûk digihe mala Zava, gul û şîrînahî li ser serê wan tê belavkirin û li pêşîya wê aheng tê gêrandin.

Li pişt birgeyên van merasiman kultureke taybete heye, hunermend bi hejmareke berheman beşdar dibin û derbirînê ji çand û kultura kevin dikin, heya xelk fêrî kultura xwe ya rasteqîne bibin.

Çalakvanê kulturî yê Merîwanê, Celal Rawend dibêje, ew hewil didin kultur û merasimên berê zindî rabigrin û xelkê jî han bidin ku merasiman li gor şêwaza kultura neteweyî ya xwe birêve bibin û kultura xwe ya netewî biparêzin.

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin