Li Rojhilatê Kurdistanê di şevekê de 200 pez telef bûn

Li Rojhilatê Kurdistanê di şevekê de 200 pez telef bûn

Ji roja pênçşemê berfeke dijwar li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê dibare û rêyên bi dehan bajar û bi sedan gundan hatine girtin û tevgera veguhestinê jî rawestîyaye. Herwiha di şevekê de 200 serî pez telef bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Ormîya, Sine, Îlam û Loristan û çend deverên din dibistan û bazar hatin giritn û tevgera kirîn û firotinê nemaye.

Her weha zêdebûna şepêîla berfê wiha kirîye û bi sedan serîyên pez ji serma bimirin, bi taybet li navçeya Mêrgewera Ormîya û li wir bi sedena pez ji nav çûn.

Ev gundê Dezgir, li navçeya Mirgevera Umrîyê ye. Welatî hewil didin pezên ketine bin kavilan rizgar bikin, ku bi sedema renîya berfê ban bi ser de herifîye. Di şevekê de, 200 serî pez mirar bûn. Li gundên derdorê jî bi sedema berfa giran rewş baş nîne, çend xanîyek hilweşîyane û sedan darên baxdaran jî şikestine.

Ev heftîyeke barîna berfê li piranîya navçeyên rojhilatê Kurdistanê destpê kirîye, lê ji roja Pêncşemê ve, barîna berfê tudntir bûye. Berfa îsal kêmmînak bûye.

hatin û çûna navbera bajar û gundan de astneg bûye. li gelek bajar û gundan roja Şemîyê dibistan nayên vekirin.

Li parêzgehên Urmîye, Sine, Îlam û Loristanê, rîyên nêzîkê hezar gundan û dehan bajaran hatîye girtin. Hêlên karba çendîn gundan jî qut bûye.

Hatin û çûn di navbera bajarên  Dîwandere û Tikabê, û Serawe û Hewramanê li parêzgeha Sine hatîye qedexeklirin.

Li parêzgeha Umrîyê jî, rîyên di navbera Mehabad-Serdeşt, Mehabad-Bokan, Xoy-Çaldiran, Pîranşûar û Hacî Omeran hatine girtin.

Bi sedema berf û kirêveyê, hejmareke welatîyan bi neçarî otombêlên xwe di rîya Hacî Omeran de bicî hiştin û bi pêyan berbi bajarê Pîranşarê çûn.

Di rîya derîyê sînorî yê Kêlê de jî bi dehan otomobîl asê mane.

Barîna berfê heya roja Yekşemê wê berdewam be û li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hişyarî hatîye dayîn ku hatin û çûnêp nekin, ji berku rê têne girtin û pileyên germayê jî zêdetir dadikevin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin