Li Rojhilatê Kurdistanê çima rêjeya xwe kuştinê zêde dibe?

Li Rojhilatê Kurdistanê çima rêjeya xwe kuştinê zêde dibe?

Di heyama meha borî de li Rojhelatê Kurdistanê 30 kesî xwe kuştîye. Li gorî raportên saziyên eleqedar li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedemên pirsgirêkên malbatî, aborî, feqîrtî, derûniyê (psikolojik), zewaca bi zorê û ji ber hin sedemên nediyar rêjeya xwe

A+A-

Di heyama meha borî de li Rojhelatê Kurdistanê 30 kesî xwe kuştîye.Li gorî raportên saziyên eleqedar li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedemên pirsgirêkên malbatî, aborî, feqîrtî, derûniyê (psikolojik), zewaca bi zorê û ji ber hin sedemên nediyar rêjeya xwekuştinê zêde bû ye.

Li gor amarên Dezgeha Mafên Mirov a Hengawê, tenê di heyama meha borî de 30 kesî li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine ku 17 ji wan jin û 13 kesên din jî zilam bûne.

Li nav wan kesan da 4 zarokên ku temenên wan li 18 kêmtir hebûne û 3 kes jî temenên wan li 50 salî zêdetir bûye.

Sedemên xwekuştinê

Pisgirêkên malbatî 16 kes(11 jin û 5 zilam)

Pirsgirêkên bêkarî û feqîrî 9 kes(2 jin û 7 zilam)

Pirsgirêkên nefsî 3 kes her sê kes jin bûne

Zewaça bi zorê 1 kes jin bûye

Sedemên nediyar 2 kes( yek jin û yek zilam)

Navçeyên ku xwekuştin tê da rû dane

Îlam 4 kes(2 jin û 2 zilam)

Kirmanşan 7 kes(3 jin û 4 zilam)

Sine 10 kes(6 jin û 4 zilam)

Urmiye 9 kes(6 jin û 3 zilam)

Çawaniya xwekuştinê

Xwedarvekirin 20 kes(10 jin û 10 zilam)

Bi çekê 3 kes(2 jin û 1 zilam)

Bi xwarina heb û dermana 4 kes(2 jin û 2 zilam)

Xweşewitandin 3 kes her sê kes jî jin bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin