Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kesan bi Korona canê xwe jidest dane

Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kesan bi Korona canê xwe jidest dane

Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 6 kesan bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristîyê ya Îranê, 70 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê vîrusa Korona hilgirtine. Ji wê hejmarê heta niha 6 kesan canê xwe jidest dane.

Ewên canê xwe jidest dan, 4 kes ji parêzgeha Loristanê û 2 ji parêzgeha Kirmanşanê ne.

Li gor amarên fermî, heta niha 2922 kes li tevahîya Îranê tûşî vîrusa Korona bûne û 92 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin