Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Rojhilata Naverast, Amadekarîya Şerekî Xurt Dibe!

A+A-

 

Piştî ku serokê Amerîka yê nû Donalt Trump hat ser kar, rengê sebeba hatina wî û siyaseta wî jî, hêdî hêdî zelal dibe.
Pêşî neşterek li NATO xist û got;

 "NATO pir giran hareket dike û bersîva pirsgirêkan nade û me asteng dike"!
Ji Îran re bersîvek tûn da û tilîya xwe a Şehadetê hejand!
Li ser Sûrîye û avêtina gavên nû got; 
"divê li Sûrîye herêmên aramî bên avakirin!" 
Ev hin bidawîbûna lihevhatina di navbera Rusya-Îran û Tirkîye de û hin jî bingeha perçebûn, an jî federalî ya Sûrîye ye. 
Vegerîya ser welatên Ereban û Îran,(Irak, İran, Suriye, Sudan, Libya, Somali ve Yemen ) vîzegirtina wan dasekinandin û çûna wan a Amerîka qedexe kir(!)

Lı Rojhilata Naverast amadekarîya şerekî xurt dibe!

*Berpirsê Parastina Asayîşa Pentagon di derheqa Îran, pêşdebirina çêkirina çekên balîstîk de hişyarîyek tûn da îran:
"Ku îran bi vî haweyî tevbigere, em mecbûrin mudaxale bikin!"
*Serokê Amerîka Donald Trump got:

"Îran roj bi roj zêdetir Iraqê zeft dike"(!) û „ev metirsîyek mezine ji me re, herêmê dixe bin bandora alozîyan" û berdewam kir:
"Îran roj bi roj zêdetir Iraqê zeft dike, ev di demekî de ku Amerîka 3 tirîlyon dolar li Iraqê xerc kiriye!" û di gotina xwe de eşkere dike ku "Em iznê nadin ku Îran li İraq derbê li berjewendîyên me xîne!"
Wek amadekarîya şerekî dirêj:
*Almanya, Amerîka, İspanya û Îtalya li herêmê hejmara hêzên xwe yên leşkerî û şêwirmendên xwe zêde dikin!
Gengeşîya herî mezin li ser Kurdistan çêdibe. Dijminên Kurd û Kurdistan, ji hêlekê de di vî warî de hinek kurdan bikar tîne û dibe sebebê hilweşandina yekrêzîya kurdan. Ev jî ji hêla din de cesaretê dide dijminên Kurd û Kurdistan ku peyvên ji xwe zidetir bikin.
Agir û şer li ber derîyê kurdan e û divê bi her haweyî kurd xwe amadeyî şerekî dudirêj bikin.

Îran, bi hemû hêza xwe, li henber bidestxistinên Kurd û Kurdistan tevdigere. Mixabin beşek ji rêxistinên kurdan jî bi vê dewleta mêtînker re tevdigerin û dibin xizmetkarên kirinên wê yên herêmê.

Ji bona ji nû ve dîzaînkirina rojhilata Naverast, tehlûka herî mezin yek jê Îran e. Divê Kurd li ser nakokîyên di navbera USA û Îran de rawestin û ji bona berjewendîyên xwe bikar bînin.

Li gor agahîyên ku tên tomarkirin; Îran li dijî pêşniyarên Rusya yên ku pêşkêşî civîna Astana kirine û beyan dike ku „avakirina herêmên taybet û herêmên otonom,"(!)" wek çareserîyekê nabînin û di vî warî de nerîna İran zelale!"

Îran, di daxuyanîya xwe de dijminatîya Kurd û Kurdistan bi zimanekî eşkere dike û dibêje:

 „mixabin dînamîkên perçekirina herêmê Kurdin"(!)

Gazî hevalbendên xwe yên dij bidestxistinên kurdan; Surîye, tirkiye û İraq jî dike û dibêje:

„Îhtîlafên di navbera İraq û Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî de, daxwaza avakirina dewletbûnê di nav kurdan de xurt dike!" û bi zimanekî pîlanger dibêje:

„Divê Tirkîye, Îran, İraq û Sûrîye bi hev re rûnên, ji bona parastina yekitîya herêmê lihev bikin û pêşîya perçebûna herêmê bigirin"(!)

Ev hewlên li ser Rojhilata Naverast ji me re rastîyekê bi rewşek zelal eşkere dike. Divê Kurd tercîha xwe bi yekrêzî, li dij berjewendîyên Tirk, Ereb û Farisan eşkere bînin ziman. Ji ber ku ev herçar dewlet bûye 100 sal ku ji kurdan re tenê zilm û zordarî, înkar û asîmîlasyon anîne. Kurd nikarin carek din xwînê bidin dewletên Ereban, tirkan û farisan! Ev întîhare ji kurdan re.

Berjewendîyên Kurdistan di perçekirin û ji nû ve dîzayna Rojhilata Naverast de ye.

Eger Kurd tercîha xwe û terefên xwe rast deynin, di vê dîzaynê de afirandina dewletek Kurd jî heye. Ev bi carekê de bi kurdan ve girêdayî ye. Bi carekê de bi meşandina siyasetek netewî, kurdistanî û biîstîkrar ve girêdayî ye.

Ji nû ve dîzaynkirina herêmê û hatina aramîyê, bi avakirina dewletek Kurd mimkûne. Eger carek din wek Sykes-Picot ev xeta mezin dûbare bibe, ti caran aramî nayê herêmê. Ev di tecrûbên 100 salî de hatîye tesbûtkirin.

Aramîya herêmê di avakirina dewletek Kurd de ye.

Demokrasî ji bona İraq, Îran, Tirkîye û Sîrîye bi çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdistan mumkûne.

04.02.2017

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin