Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhej!

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhej!

Îro li erdhejekê bajarên Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hejand.Rêvebirê Hawarçûnê ya Îranê ragihand, heta niha 25 kes li Ciwanro û Selasî Bawecanî birîndar bûne.

A+A-

Li gor agahiyên berdest erdhejek bi pileya 5.9 navenda wê bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê bû çend bajarên wek Sine, Kirmaşan, Îlam û Urmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê û Hewlêr, Silêmanî û Helebce yên Herêma Kurdistanê hejand.

 

Li gorî agahiyên destpêkê yên Navenda LêkolÎnên Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê erdhej bi lerza 5.9 û bi kurahiya 8 kîlometreyan rû daye û navenda wê Taza Abad ya ser bi parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ve ye.

 

Erdhej di saet 13.15an de pêk hate û heta amadekirina vê nûçeyê derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.

 

Rêvebirê Hawarçûnê ya Îranê ragihand, ji ber erdhejê tevahiya hêzêm ketine amadebaşiyê û ta niha 25 kes li Ciwanro û Selasî Bawecanî birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin