Li Rojavayê Kurdistanê Amadebaşiya Seranserî hat ragihandin

Li Rojavayê Kurdistanê Amadebaşiya Seranserî hat ragihandin

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên di derbarê destpêkirina operasyoneke serbazî li dijî hêzên Kurdî li herêmên rojhilatê Firatê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadebaşiya seranserî ragihand.

A+A-

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê, NATO û civaka navdewletî jî kir, ku li hember gefên Erdogan hewlêsteke fermî nîşan bide.

 
Rêveberiya Xweser daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ku helwêsteke fermî li dijî gefên Tirkiyê yên bo encamdana operasyoneke din a serbazî di nav axa Sûriyê de nîşan bide û da xuyakirin, gefên Tirkiyê ji bo perçekirina axa Sûriyê ne.
 
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh di daxuyaniyekê de gotibû, ku di çend rojên bê de Tirkiye dê operasyoneke serbazî li herêmên rojhilatê Firatê li dijî hêzên Kurdî dest pê bike. Erdogan gotibû, wan amadekariyên jibo operasyonê temam kirine û tekez kiribû, ew di vê operasyonê de hêzên Amerîkayê yên li herêmê nakin armanca êrîşên xwe.
 
Herwiha do bi şev hat gotin, Artêşa Tirkiyê hin dîwarên sînorî ên Serêkaniyê rakiriye. 
 
Li aliyekî din, hat gotin balafirên çavdêr ên Tirk jî li ser asîmana Tel Ebyadê bo demekê firiyaye.
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin