Li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 52 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî bi wê vîrûsê cane xwe ji dest dan.

A+A-

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 3 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan. Haletên mirinê wiha ne: 1 kes li Hesekê, kesek li Qamişlo û 1 kes li Tirbesipiyê.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand jî, 52 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. 

Haletên hatine tomarkirin: 17 kes li Hesekê, 16 kes li Dêrikê, 5 kes li Qamişlo, 5 kes li Girkê Legê, 3 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Til Koçer û 6 kes li Rimêlan û 3 kes li Reqayê.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1670 kesan, ji wan 67 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 8 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 437 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin