Li rojavayê Anadoliyê hukumdariya Kurdan

Li rojavayê Anadoliyê hukumdariya Kurdan

Murad Ciwan li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî li ser desthilatdariya Kurdan a beriya Osmaniyan semînerek da.

A+A-

Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê bi hevkarîya ABFê (Dezgeha Perwerdeyî ya Karkeran)  çi bigre her hefte semînerekê amade dike. Vê hefteyê (29-10-2016) jî nivîskar û lêkolînerê navdar Murad Ciwan bi navê ”Kurd li Rojavayê Anadoluyê berî Osmanîyan” semînerek da.

Murad Ciwan di semînera xwe de qala rewşa rojavayê Anadoliya sedsala 12an kir. Wê demê gelek dewlet û hukumdariyên cuda wek Menteşahî (Menteşeogullari), Aydinan (Aydinogullari), Germiyanan, Karamanan, Candaran (Candarogullari) û hwd li herêmê hukum dikirin. Di pirraniya damezirandin û rêveberiya van dewletan de Kurd jî desthilatdar bûne. Wê demê li wê herêmê tu roleke berbiçav ya Osmanîyan tunebuye. Beriya Osmanî werin li rojavayê Anadoliyê di gel hin miletên din Kurd û Bîzansî cînarê hev bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin