"Li Rojava Kurdistanê hêza herî xurt Kurd in"

"Li Rojava Kurdistanê hêza herî xurt Kurd in"

Şerê li dijî DAIŞê di berjewendiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn de ye.

A+A-

 Siyasetmedar, nivîskar û damezrênekî YNKê Omer Şêxmûs ku ji rojavayê Kurdıstanê ji bajarê Amûdê ye got, şerê li dijî DAIŞê di berjewendiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn de ye.

Siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs di hevpeyvîneke taybet a ligel Rûdawê de şerê li dijî DAIŞê û rewşa giştî ya Kurdan li Rojavaya û Başûrê Kurdistanê nirxand.

Omer Şêxmûs diyar kir ku rêxistina DAIŞê bi êrişa li ser Mexmûr-Hewlêrê û ya Şingalê du caran metirsiyeke gelekî mezin li ser Kurdan dirust kiriye

Derbarê beşdarbûna şervanên Kurd di operasyona Reqayê de Şexmûs anî ziman şerê li idjî DAIŞ û nehîştina wê di berjewendiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn de ye ji bo wê yekê tiştek şaş nîne şervanên Kurd beşdarî wê operasyonên bibin.

Şêxmûs destnîşan kir Kurdan li di şerê DAIŞê de gernasiyek mezin nîşandan û bala hemû cîhanê kişand ser xwe û niha hemû civaka navnetewî Kurd, Kurdistan û Pêşmerge û şervanên wan nas dike.

Li Rojava Kurdistanê hêz herî xurt Kurd in

Şexmûs amaje kir ku niha li Sûriyê û Rojava Kurdistanê hêza yekgirtî û xurt Kurd in û ew yek dê bêguman ji aliyê siyasî ve jî di berjewendiyên Kurdan de be û wiha got:

“Lê divê hêzên Kurdî amade bin bi hev re kar bikin. Divê li ser bernameyekê lihev bikin. Heger bi vî rengî bimînin dê rastî zirare bêne. Gelê Kurd jî vê yekê dixwazin.”

Siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs bal kişand li ser van xalan:

-Şerê li dijî DAIŞê ji berjewendiya gelên Rojhilata Navîn e

-DAIŞê 2 caran metirsî li ser Kurdan dirust kiriye

-Nehiştina paytexta DAIŞê ji berjewendiya Kurdan e

-Şerê Kurdan li dijî DAIŞê navbangek ji wan re peyda kir

-Mikurhatin li Rêveberiya Xweser nehatiye kirin

-Li Kurdistana Sûriyê hêza herî xurt Kurd in

-Girîng e hêzên kurdî bi hev re kar bikin

-Garantiya te hêza te ye, hêza gelê te ye

-Dijbereya Sûriyê li dijî federaliyê rawestiya

-Sûriye, Tirkiye û Îranê li dijî federaliyê rawestiyan

-Hebûna hêzên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê baş bû

-Piştî şikestina DAIŞê hêzên Kurdî wê amade bin ligel hev kar bikin

-Hinek nerehetiya Amerîka û Brîtanyayê ji PYD heye

-Girîng e YPG û PYD rexneyan li ber çavan bigirin

-Ne dûr e hikûmeta veguhêz Tebaxê yan Îlonê were damezrandin

-Em dikarin rexneyê li hêzên kurdî bigirin ku ne hevgirtî ne

-Pêwîst e mala Kurdî bi tevayê were rêkxistin

-Bernameyeke hevbeş di navbera hêzên Başûr û Rojavayê Kurdisnê de nebû

-Hêzên derve bi roleke xirab li dijî Kurdan radibin

-Ji Şerê Cîhanî yê Yekem ve derfeteke wiha ji Kurdan re nehatiye

-Her yekê ji YNK, Goran û PDK alîkariya hevpeymanê xwe kir

-Baştir e YNK, Goran û PDK ligel hev kar bikin

-Ez ligel wê yekê me ku (Pêşmergeyên Roj) derbasî Rojava bibin

-Ez bawer im ku li Rojava şer di navbera hêzên kurdî de dirust nabe

-Ez bawer im ku rejîma Sûriyê namîne

-Girîng e mirov bi zîrekê danûstandinê ligel cîranên xwe bike

-Ne ji berjewendiya Rojavayê Kurdistanê ye ku dijîtya welatên hevsînor bike

-Niha rewşa Kurdan ji ya berê baştir e

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin