Li Rihayê werza îsotê dest pê kir

Li Rihayê werza îsotê dest pê kir

.

A+A-

Li parêzeha Riha ya Bakurê Kurdistanê her sal van deman îsotên hişk kirî têne hêran û hûrkirin. Beşek ji îsotan tê hinardekirin û beşek din jî tê firotin.

Li parêzgeha Rihayê ku xwediyê medbexeke dewlemend e, îsota bi vî bajarî bi nav û deng a ku tamê dide xwarinên bajêr, bi vê germa dijwar re piştî mesaiya dirêj û zehmet cihê xwe di dezgehan de digire.

Li bajêr ku bi Projeya Başurê Rojhilatê ya Anadoluyê (GAP) çandiniya bi avdaniyê berbilav bûye, îsot bi biharê re tên çandin û havînê tên çinîn. Paşê li qemyonan dikin û dibin bazaran.

Malbatên ku debara xwe bi firotina îsotan dikin li bazaran difiroşin, hinek malbat jî wan dikirin li malên xwe li hewşê dişon û qirşikên wan jê dikin.

Paşê îsotan li makîneyê dixin û li ser naylonan radixin. Piştî ku li ber tavê bi temamî hişk bûn jî rengê wan tarî dibe û dîsan diavêjin makîneyê.

Bi zeyta zeytûna li hev dixin, piştî wî karê dirêj û zehmet dibin îsotên ku tên xwestin.

Îsota ku berhema tomarkirî ya Rihayê ye seranserê salê li ser dezgehên beharatfiroşan û kargehên biçûk, kîloya wê bi 50-80 lîreyî tê firotin. 

Serokê Kooperatîfa Berhemdarên Îsotê ya Rihayê Bekir Polat ragihand ku di bin 40 derece germbûna hewayê de werza îsotê destpê dike.

Bekir Polat got, "Îsot li Rihayê berhemeke wisa ye ku nebe nabe, debara xelkê herêmê li ser vê tamê ye. Divê li îsota Rihayê xwedî bê derketin."

Haci Çavcî yê ku ev nêzîkî 10 salan e berhemkarên îsotan e, destnîşan kir ku ji ber germiya hewayê çinîna îsotan zûtir destpê kir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin