Li Reqqayê li dijî HSDê êrîşeke bombeyî

Li Reqqayê li dijî HSDê êrîşeke bombeyî

Li Reqqayê di nava trempêleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bombeyeke hate teqandin. Di encama teqînê de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Hate ragihandin ku li bajarê Reqqayê li cadeya Intîfazê ya li taxa Panoramayê di nava otobuseke HSDê de êrîşeke bombeyî çêbû. Di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes jî birîndar in. Lê belê nehate eşkerekirin ku kesên kuştî û birîndar sivîl in an çekdarên HSDê ne.

Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê êrîşên DAIŞê yên li dijî hêzên kurdan zêde bûne. Berî niha bi çend rojan dîsa li Reqqayê DAIŞê êrîşî xaleke HSDê kiribû û di encama şêrî de 3 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin