Li Qoserê bo du taxan qeyûm hatin danîn

Li Qoserê bo du taxan qeyûm hatin danîn

Hikûmeta Tirkiyê li ser siyaseta xwe ya danîna qeyûman berdewam e. Herî dawî bo du taxên bajarokê Qoserê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn. Herwiha li şûna 6 muxtaran jî alîkarên wan hatin erkdarkirin.

A+A-

Li bajarokê Qoserê yê Mêrdînê li şûna 6 muxtarên taxan ku ji kar hatine dûrxistin, alîkarên wan hatin erkdarkirin. Di heman demê de bo herdu taxên Berçem û Dunaysir jî qeyûm hatin danîn.

 

Li gor medya Tirkiyê, li şûna Muxtarê Taxa Berçem a Qoserê Mahsum Aslan, Rêveberê Nifûsa Qezayê Abdurrahman Abdussemetoglu wek qeyûm hat danîn. Li cihê Muxtarê Taxa Dunaysir Şeref Dag jî ku ji kar hatiye durxistin, Rêveberê Karûbarê Nivîsê yê Qeymeqamiyê Ramazan Uygur wek qeyûm hat danîn.

 

Derbarê mijarê de Serokê Komeleya Muxtaran a Oserê Hatip Şeran jî da zanîn ku danîna qeyûman rast nabînin û li wan taxên ku qeyûm hatine danîn tu kar nayê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin