Li Qamişlo xwepêşandin: Girtîyên siyasî berdin!

Li Qamişlo xwepêşandin: Girtîyên siyasî berdin!

Xelk li pêşiya Mizgefta Selman Elfarsî li taxa Entiriyê daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin girtiyên siyasî werin berdan.

A+A-

Li ser banga ENKSê îro li Qamişlo li dijî zextên PYDê û girtina siyasiyan xwepêşandanek hat li dar xistin. Xelk li pêşiya Mizgefta Selman Elfarsî li taxa Entiriyê daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin girtiyên siyasî werin berdan.

Xwepêşanderan daxwaza berdana 37 girtiyên di zîndanên Rojava de kirin. Di dema xwepêşandanê de hêzên asayişa Rêveberiya Xweser, 2 kesên din binçavkirin.

Heta niha jî zêdetirî 37 girtyên ENKSê di zindanên rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne û hê jî nehatine dadgehkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin