Li Qamişlo merasîmên cejna sersalê tên kirin

Li Qamişlo merasîmên cejna sersalê tên kirin

.

A+A-

Bi helkefta cejna sersalê li Kenîseya Meryem EL-Ezra ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Krîstiyanên Siryanî yên Katolîk bi dua û sirûdên olî beşdarî merasîmên cejna sersalê dibin û lavê ji Xwedê dikin aştî û aramiyê bo hemû xelkê cîhanê bîne, bi taybetî xelkê Sûriyê.

Ebdilmesîh Yûsif, Qeşeyê Kenîseya Miryem li Qamişlo dibêje, “Di vê cejna pîrpoz de em ji zarokê şikeftê Mesîh Îsa bihêvî ne aştî û ewlehiyê bo xelkê hemû cîhanê bişîne, li her cihekî ku mirov hebin, bi taybetê welatê me yê xoştivî Sûriyê. Em hêvî dikin aştî bikeve dilê hemû kesî, herwiha dilê xelkên Sûriyê daku bi aştî, ewlehî û aramî bijîn.”

Bi hatina cejna sersalê Krîstiyanên Qamişlo wek hemû pêkhateyên din ên wê navçeyê amadekariyên sersalê dikin, xwarinên taybet amade dikin, cilûberg û diyariyan bo zarokan dikirin, li malên feqîr û sêwiyan digerin daku dilê wan xweş bikin.

Sandî Stîfo, nişteciya Krîstiyan a bajarê Qamişlo dibêje, “Wek amadekariyên cejnê, em kulîçeyan çê dikin ku yek ji xwarinên cejnê ne li ba xelkê Cezîrê, ligel firavîna cejnê.  Zarok kêfxweş dibin cil û bergên nû li xwe dikin, herwiha em nimêja cejnê dikin. Em dixwazin kêfxweşiyê bixin dilê hemû kesên sêwî, pîr, hejar, jinebî û kesên kêmendam ji hemû pêkhateyan.”

Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di 2011an de, li gor amarên fermî yên hikûmeta Sûriyê hejmara Krîstiyanan li wî welatî derdora yek milyon û 200 hezar kes bûn, li bajarê Qamişlo nêzîkî 75 hezar Krîstiyan hebûn. Piştî şer destpê kir piraniya wan koçberî welatên derve bûn. 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin