Li Qamişlo jinên Efrînê li dijî binpêkirinan xwepêşandan saz kirin

Li Qamişlo jinên Efrînê li dijî binpêkirinan xwepêşandan saz kirin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jinên koçber ên ji Efrînê nameyeke pêşkêşî nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî kirin û têde xwestin ku sînorek ji binpêkirinên li Efrînê re were danîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Jinên koçber ên ji Efrînê roja Duşemê 1ê Hezîranê li bajarê Qamişlo li pêşîya avahîya Netewên Yekbûyî xwepêşandanek li dijî kiryarên grûpên çekdar li Efrînê û revandina jinên Kurd saz kirin.

Di xwepêşandanê de, Jinên Kurdên Efrînê pankartên nerazîbûnê bilind kirin û nameyek jî radestî nûnerê Netewên Yekbûyî li Qamişlo kirin ku ji bo Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres hatibû pêşkêşkirin.

Di nameyê de, jinên Efrînê ji Antonio Guterres re gotin, tevî koçberkirina ji sedî 80ê xelkê Efrînê, grûpên çekdar kiryarên dûrî hemû prensîpên mafê mirovan li dijî Kurdan pêk tînin, bi taybet revandina jinên Kurd ji alîyê wan grûpan ve.

Di xwepêşandanê de, nûnerên alîyên sîyasî û kesayetîyên Efrînê jî beşdar bûn.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin