Li Qamişlo foruma hunerên bedew

Li Qamişlo foruma hunerên bedew

.

A+A-

 Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li Çand û Hunerê ya Navenda Mihemed Şêxo sêyemîn Foruma Hunerên Bedew bi dawî bû.

Foruma ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser bi Rêveberiya Xweser hatibû sazkirin di 6ê Gulanê de li bajarokê Tebqayê dest pêkir. 

Di bin navê "Hemerengiya me jêdera bedewî û hêza me ye, bi hevre em ê hunerê bikin buhara dilan."

25 şêwekar ji hemû pêkheteyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser bi tabloyên xwe tê de beşdarbûn.

Şêwekar Mihemed Eyyaş dibêje "Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen, Aşûrî û Êzdî û hejmarek ji netewên din di vê sempozyomê de beşdarin. Giringiya vê sempozyomê naskirina çandên cûda yên civaka Sûrî ne, em bi gelek tabloyan beşdarbûne, her yek ji kelepora navçeyek Sûriyê ye taybete bi çand û hunera her navçeyekê ye".

18ê Gulanê Forumê li Qamişlo dest pêkir û bo dema 3ê Rojan berdewam kir, bi dehan xelkên Qamişlo û nevçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkheteyên xwe serdana pêşangeha hunerî ya Formuê kir.

Şêwekar Solîn Osê got "Ev tablo ya min e, ji dibistana Tecrîdî ye, çîrokekê vedibêje ku em darê ji kur ve bibirin, careke din şîn tê. Herwiha behsa hêzê dike ku tu kes nikare kesekî din tune bike, hemû kesên li vir hunereke ciwan pêşkêş dikin".

Bi stranên Erebî û Kurdî komên ser bi Desteya Çand û Hunerê ser bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêwûresên bi dawî bûna Forumê bi rive çûn û piştre hejmarek ji şêwekar, hunermend û kesên beşdar hatin xelat kirin.

Herwiha tabloyên şêwekaran dê heta dawiya meha Gulanê di Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê de bimînin da ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve bên nirxandin.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin